Mêrê keçel
شعر ومتن کردی و فارسی

Mêrê keçel bi wê re kete avê carekê
û ji nişka ve
bû girtiyê davekê
Xanimê jê xwest,
dilê xwe jê re bîne
û wekî kewekî gozel
li ber wê dîne
An jî…
Berdana wî ji dava hevrîşmî tew nîne…
Mêrê keçel çû ba keça ji zû ve dilbirî
Ji wê lava kir
û pir bi ser de girî…
Keçê gotê:
‘‘Keçelo, te dilê xwe giş da min.
Tu yê çawa ser ji nû ve bistînî, diyariya min?‘‘
Keçel gotê:
‘‘Delalê, ka bide min, tenha nîviyê dilê min
Heger tu nedî, eve dawiya jîna min.‘‘
Keça dil tijî bû ji kînê
û hat dagirtin bi nevînê
Dest avêt kêrekê
Li sîngê wî da, carekê
Kêr bi jor ve hilda
Bi xwîna mêrê keçel ber çavê xwe kilda
û nîvê dil wî jêre xist nêv desmalekê
Mêrê keçel seriyê xwe carekê hejand
Belê mirinê rê ji ber çavan revand…
Ji wê rojê ve,
Ji ber wê yekê ve,
Kesekî keçel nema hez dike bêtir ji jinekê
Da nekeve davekê
û dilê xwe nexe ber tîjka kêrekê…


نظرات شما عزیزان:

نام :
آدرس ایمیل:
وب سایت/بلاگ :
متن پیام:
:) :( ;) :D
;)) :X :? :P
:* =(( :O };-
:B /:) =DD :S
-) :-(( :-| :-))
نظر خصوصی

 کد را وارد نمایید:

 

 

 

عکس شما

آپلود عکس دلخواه:





چهار شنبه 14 تير 1391برچسب:, :: 11:35 :: نويسنده : hevydar

درباره وبلاگ

سلام به تمام هموطنای عزیز ایران!به وبلاگ من خوش آمدید امیدوارم خوشتون بیاد.
نويسندگان