شعر ومتن کردی و فارسی

Gul

Biro qeytan û çav bi kil

Biskên dirêj li ser mil

Bejina zirav rîhan şitil

Te mal li min kire kavil

Ji te pêva kes neket dil

Ax ji derdê te gul

Çavên reş dirêj mijgul

Bêvil zirav wek nikil

Heyrana herdu dêmgul

Te ji min bir dil û aqil

Sing boye wek du çiqil

Nav ra dixwî çi paxil

Berfa spî mîna kakil

Ji min bir hemî hawil

Çav li min bon şil û pil

Dil boye kovan û kul

Xwezî ez boma bilbil

Bêhn bikira ew sorgul

Bixwara ji wê simbil

Li min vekira ew dil

Bigirta dest û çepil

Bi min ra bikira têkil

Ax ji derdê te gul


یکشنبه 07 خرداد 1391 :: 14:50 :: نويسنده : zemanekurdi

ورود کاربران

خوش آمدید! لطفا وارد حساب خود شوید

رمز عبور را فراموش کرده‌اید؟
حساب کاربری ندارید؟

فراموشی رمز عبور

نام کاربری یا ایمیل خود را وارد کنید

یا

ثبت نام کاربران

در چند ثانیه حساب کاربری خود را بسازید

قبلا ثبت نام کرده‌اید؟

نظرات کاربران

دیدگاه خود را با ما در میان بگذارید