ججوخان سردار ملی کُرمانج
(منطقه کُرمانج، شمال شرق ایران)
Cecoxan Serdarê milî yê Kurmanc
(Menteqa Kurmanj, Bakûra rojhilat ya Îranê)
Ênqilaba meşrûte rûydaneke dimokrasîxwazî ya heqdarî li tarîxa nû ya
Îranê ye ku natemam ma. Qîyama meşrûte ya Îranê komek ji rûydan, kar û
hewldan in ku li zemana Mozefer-al-dîn Şah yê Qacar û paşê jî li
zemana Mohemed Elî Şah yê Qacar sa guherandina hikometa îstibdadî bi
hikometeke qanûnmed bi rê ket, ku parlimant û yêkim qanûna bingehîn
(make qanûn) ya Îranê da çêkirinê.
انقلاب مشروطيت يک رويداد ناتمام دمکراسی خواهی حق محور در تاريخ معاصر
ايران است. قیام مشروطهء ایران مجموعه کوششها و رویدادهائی است که در
دوره مظفرالدین شاه قاجار و سپس در دوره محمدعلی شاه قاجار برای تبدیل
حکومت استبدادی به حکومت مشروطهء قانونمند رخ داد و منجر به تشکیل مجلس
شورای ملی و تصویب اولین قانون اساسی ایران شد.
Li hikometa Mozefer-ol-dîn Şah piranîya xelkê narazî bûn û dest ji kêr
kişandin û li nav şehran û menteqên cûr bi cûr yên Îranê derketin û
narazî bûna xwe nîşan dan. Paşê Mozefer-ol-dîn Şah fermana qanûna
meşrûtê êmza kir. Fermana qanûna meşrûte der esil fermana çê kirina
Meclîsa şowra ya milî (netewî) ye ku Mozefer-ol-dîn Şah li Oktobira
1906,an da li cewaba narazîyên hereketa meşrûtê ya Îranê êmza kir, û
ji rêya wê da beşdar bûna xelkê li hikometê qebûl kir û haka hikûmeta
meşrûte ya qanûnî li Îranê ava bû. Xelkê sa derketin û belav bûna
fermana qanûna meşrûtê şahî û bezim bi rê xistin. Yekim meclîsa Îranê
li Tehranê çê bû (Oktobir 1906). Nemayende û nûneran dest bi çê kirina
qanûna bingehîn kirin û va qanûna jî li royên dawî ya jîyana
Mozefer-ol-dîn Şah gihêşte êmza wî.
حکومت مظفرالدین شاه با اعتراض مردم و گسترش ناآرامی ها در شهرها و مناطق
مختلف ایران روبرو شد. بالاخره مظفرالدین شاه فرمان مشروطیت را امضا کرد.
فرمان مشروطیت در اصل فرمان تشکیل مجلس شورای ملی است که مظفرالدین شاه
قاجار در 13 مرداد 1285 خورشیدی (اکتبر 1906) در پاسخ به متحصنین در ن
امضا کرد و از طریق آن با مشارکت مردم در امر حکومت موافقت کرد و اینچنین
حکومت مشروطه برای اولین بار در ایران تأسیس شد. مردم صدور فرمان مشروطیت
را جشن گرفتند. اولین مجلس ایران (اکتبر 1906) در تهران گشایش یافت.
نمایندگان به تدوین قانون اساسی پرداختند و در آخرین روزهای زندگی
مظفرالدین شاه این قانون نیز به امضای او رسید.
Ji dû mirina Mozefer-ol-dîn Şah (berfenbara sala 1285,an ya Rojî) da
Mohemed Elî Mîrza bû Şah, û ji destpêkê da li dijî meşrûte û meclîsê
sekinî. Wî li merasima tac danîna xwe nemayendên meclîsê dewet
nekirin. Qanûna bingehîn (make qanûn / qanûn esasî) jî êmza nekir.
Urisan Şahê teze (nû) li dijî meclîsê û meşrûte roj bi roj pirtir
teqwîyet kirin û alîkarî danê. Dijber bûna Şah li hember meşrûte û
meşrûtexwezan dîsa bû sebeba narazî kirina xelkê.
پس از مرگ مظفرالدین شاه (دی ماه 1285 خورشیدی)، ولیعهد او محمدعلی
میرزا، شاه شد و از همان ابتدا به مخالفت با مشروطه و مجلس پرداخت. او در
مراسم تاجگذاری خود نمایندگان مجلس را دعوت نکرد. از امضای قانون اساسی
سر باز زد. روسها شاه تازه را در دشمنی با مجلس و مشروطه، روز به روز
بیشتر تقویت نمودند. مخالفت شاه با مشروطه و مشروطه خواهان مجددأ سبب
اعتراضات مردم شد.
Kovara heftenameyî ya Sûrisrafîl ku li wê çaxê çap dibû, rolekî mohim
li hewildana xelkê rû li azadîxwestin û li dijî Şah û Axondên (şîxên)
ku li alîyê wî bûn mîna Şîx Fezilulah Nûrî yê osûlgera ku li dijî
Meştûteh bû, hebû. Mohemed Elî Şah û mistavêtên (mostebidên) din bi
Şîx Fezilulah Nûrî va hinek li dijî Parlimantê (Meclîs) li dorê
Meclîsê komkirin û êrîş ser Nemayendên Meclîs û parêzvanên Meclîsê
kirin. Ji dû avêtina bombekê rû li erabeya Şah ku bi destên hevrêyên
Heyder-xan Emûoxlu va bû, Ew bi cidî li dijî Meclîsê sekinî û çû
Baxê-Şah û qereqûla leşkerî ya Qezaq li dijî Meclîsê amade kir.
Serheng Lîyaxof yê Oris ku Serleşkerê (Serdar / Fermande) qereqûla
Qezaq bû êrîşa xwe ya li ser Meclîsê destpê kir. Lîyaxof bi qoşûna xwe
va Meclîs dorpêç kirin û Debistana Sipehsalar jî topbaran kirin (23
June 1908). Hinek ji parêzgerên Meclîsê li vê êrîşa hatin koştin
(jîyana xwe ji dest dan). Mohemed Elî Şah, mesûlîyeta hikûmeta nizamî
(çekdarî) da Lîyaxof û kete dû teqîbkirina Nemayendên Meclîsê û
azadîxwezan û ew binçav kirin. Hinek ji meşrûtexwezan xwe veşartin û
hinek jî çûn derevayî Îranê.
نشریه هفتگی صوراسرافیل که در این دوران منتشر می شد، نقش مهمی در تشویق
مردم به آزادیخواهی و مقابله با شاه و ملایان طرفدارش و در راس آنها شیخ
فضل الله نوری اصول گرا که ضد مشروطه بود، داشت. محمدعلی شاه و دیگر
مستبدان با همراهی شیخ فضل الله نوری عده ای را علیه مجلس در اطراف آن
جمع کردند و به درگیری با نمایندگان و مدافعان مجلس پرداختند. بعد از
انداختن بمبی توسط یاران حیدرخان عمواوغلی به کالسکه حامل محمدعلی شاه،
او به مقابله جدی با مجلس پرداخت و به باغشاه رفت و بریگاد قزاق را برای
مقابله با مجلس آماده کرد. کلنل لیاخوف روسی فرمانده بریگاد قزاق حمله به
مجلس را آغاز کرد. لیاخوف با نیروهایش مجلس را محاصره کردند و ساختمان
مجلس و مدرسه سپهسالار را (23 ژوئن 1908) به توپ بستند. عده زیادی از
مدافعان مجلس در این حمله کشته شدند. محمدعلی شاه، لیاخوف را به حکومت
نظامی منصوب کرد و به تعقیب نمایندگان و دیگر آزادیخواهان پرداخت. بسیاری
از مشروطه خواهان مخفی شدند و برخی به خارج از ایران رفتند.
Li şehr û menteqên cûr bi cûr yên Îranê şûriş bi rêketin. Xelkê
Tebrîzê ji dûy bihîstina xeberên Têhranê sa alîkarîya meşrûte li dijî
Mohemed Elî şah serhildan çêkirin. Şah qoşûn û hêzên doletî sa
tepserkirina (serkûb) xelkê şandine Azerbaycanê. Serdarên milî yên
Tirkên Azerbaycanê (Setarxan – Baqirxan) û Heyderxan Emûoxlu tevgera
xelkî Azerbaycanê û hêzên çekdarî sazkirin ta li miqablî qoşûna doletî
bisekinin.
در شهرها و مناطق مختلف ایران شورشهائی برخاست. مردم تبریز با شنیدن
خبرهای تهران به هواداری از مشروطه و مخالفت با محمدعلی شاه برخاستند.
شاه نیروهای دولتی را برای سرکوب مردم به آذربایجان فرستاد. سرداران ملی
ترک آذربایجان (ستارخان، باقرخان) و حیدرخان عمواوغلی به بسیج مردم
آذربایجان و سازماندهی نیروی مسلح (مجاهدین مشروطه) برای مقابله با
نیروهای دولتی دست زدند.
Li menteqên Loristan û Êsfihanê jî îtiraz û gazîyên xelkê bû sebeba
rêzkirin û sazkirina hin kesan û bi tevlêbûna Bextîyariyan kar gir bû.
Semsam-ol-Seltene êlxanê Bextîyarî bi qoşûnek çekdar va gihêştine
Êsfihanê. Birê wî yê serdarê netewa Loristanê Cenabî Alîqolîxan Serdar
Ased jî ji Ewropa hat Êsfihanê. Li Kurdistanê jî cemaet bi rêberîya
Yarmohemedxanê Kirmanşanî qîyam kirin.
در مناطق لرستان و اصفهان نیز اعتراضات به بست نشینی عده ای انجامید و با
پیوستن بختیاریها کار بالا گرفت. صمصام السلطنه ایلخان بختیاری با نیروی
مسلح زیادی به اصفهان وارد شد. برادر او سردار ملی لرستان علیقلی خان
سردار اسعد نیز از اروپا به اصفهان آمد. در کردستان نیز مردم به رهبری
سردار یارمحمدخان کرمانشاهی به پا خاستند.
Li menteqa Gîlanê qoşûnin bi fermandehîya Sepehdar Azem ji alîyê Bakûr
û qoşûnên Bextîyarî jî bi fermadehîya Alîqolîxanê Serdar Ased ji alîyê
Başûr da hatin Tehranê û hêzên Bakûr û Başûr li nîzikî Tehranê
gihêştin hev. Li Tehranê jî dîsa xebat û talaş pir bûn. Li vê wexta
hêzên orisan, ku ji alîyê Anzelî hatibûn, gihêştibûne Qezwînê û hêzên
înqilabî yên meşrûte ji pey ra ditirsandin û tehdît dikirin.
در منطقهء گیلان نیروهایی به فرماندهی سپهدار اعظم از شمال و نیروهای
بختیاری به فرماندهی علیقلی خان سردار اسعد از جنوب به سمت تهران آمدند و
اردوی شمال و جنوب در نزدیکی تهران به هم پیوستند. در تهران هم دوباره
کوششها بالا گرفت. در این موقع نیروهای روس، که از انزلی وارد شده بودند،
به قزوین رسیده بود و اردوی انقلابی مشروطه را از پشت سر تهدید میکرد.
Li xorasanê jî hinek serbaz yên Orisan bi sîlah û tifangên xwe va
mexer girtin. Tebîeten gihêştina serbazên Orisan sa piştîvanî kirin ji
kesên ku li dijî meşrûtexwaz û hikûmeta meşrûte bûne ye. Nimûne ji
meşrûtexwazên Bakûra xorasanê jî Serdar Cecoxanê Kurmanj û hevalên wî
va bûn.
در خراسان نیز عدهای سالدات /سلات (سرباز و نظامی های روسیSoldat - ) با
تجهيز كامل مستقر شدند. طبيعی است ورود سربازان روس به منظور پشتيباني از
كساني بود كه با مشروطهخواهان و حكومت مشروطه سر مخالفت داشتند. از
جملهء مشروطه خواهان شمال خراسان سردار ججوخان کرمانج و یارانش بودند.
Kesek bi navî Yûsif Heratî li şehrî Meşhedê bi aşkarî hengê dijberî li
hember meşrûte saz kir û bi teşwîq û tîzkirina bêganan, komek ji
loqender û serkêş û qulteşeng (fêlbaz / sextekar) li dora xwe berhev
kirin û bi aşûb û fitnegerîyê şehr ji aramîyê derxist û li dijî
meşrûtexwazan kar dikir. Roya şemîyê deh,im Ferwerdîn, sala 1290,î ya
rojî ji alîyê konsûlxana Orisîyet gotinek belav bû, ku eger xelk da du
saet mayî rofirîn ji bargeh û herema Îmam Reza dernekevin û kasibkarên
bazarê jî danegerin ser karên xwe ê mecbûr bin ku bi alîkarîya hêzên
çekdarî û mermîyên topan xelkê veqetînin. Tiştek ret nebû ku serbazên
çekdar / tifangdar yên Orisan li pêşîya meçît / mizgeft Came û
karwansera Bank ketine qorê û ji alîyê din da jî loqender û aşûbger li
ser meçîtê û guldestan bi tifangên xwe va berhev bûn. Serbazên Orisan
û topçîyên wan jî ji çend niqtan da amadeyî gulekirinê bûn. Wexta
qerarê teva bû û bi carekê ra ji çend alîyan dengên teqîna topan
bilind bû û mermîyên sûr ber bi gomêz û bargeha Îamamî heşt,im hatine
avêtin. Hink yên bi tifang û topên sivik pêş va çûn û herem û zerîhên
îmam reza gulebaran kirin. Mohemed Teqî Bihar (Melik-ol-şoerayê Bihar)
bi minasibeta vê buyer / hadisa şiîrên bi navî “ Topa Orisan “
çêkirine ku li dîwana şiîrên wî hatîye nivîsîn.
فردی بنام يوسف هراتی در شهر مشهد علنأ آهنگ مخالفت با مشروطه ساز كرد و
به تحريك بيگانگان، جمعي از اراذل و اوباش و اشرار را به دور خويش جمع
كرد و با آشوبگری آرامش شهر را بر هم زد و برضد مشروطهطلبان تبليغ
ميكرد. روز شبنه دهم فروردين 1290 خورشیدی اعلاميهای از طرف كنسولگری
روس صادر شد، كه اگر مردم تا دو ساعت به غروب مانده از صحن و حرم خارج
نشوند و كسبه بازار به سر كارهای خود برنگردند ناگزير به كمك قوای مسلح و
گلولههای توپ مردم را متفرق خواهند ساخت. چيزی نگذشت كه سربازان مسلح
روسی جلو مسجد جامع و كاروانسراي بانك صفآرايی كردند و از آن طرف هم
اشرار و آشوبطلبان روی پشتبام مسجد و بالای گلدستهها با تفنگ جمع
شدند. سربازان روس و توپچی های آنان نيز از چند نقطه آماده شليك شدند.
ضربالاجل به پايان رسيد و به يكباره از چند جانب صدای غرش توپها بلند
شد و گلولههای آتشين به طرف گنبد مطهر و صحن امام هشتم (ع) پرتاب
گرديد. عدهای با مسلسل و توپهای سبك پيشروی كردند و حرم مطهر و ضريح
حضرت را به گلوله بستند. محمد تقی بهار (ملكالشعرای بهار) به مناسبت اين
واقعه اشعاری تحت عنوان «توپ روس» سروده كه در ديوان او آمده است.
Li menteqa Kurmancên Bakura Xorasanê jî xelk bi rêberîya Cecoxan sa
parastin ji xwestên heqanî yên meşrûteh serhildan çêkirin. Cecoxan
serdarê milî yê kurmanc (Bakûra rojhilat ya Îranê) li ciwanîya xwe
bavê xwe ji dest da (bav rehmetî bû). Li zemana înqilaba meşrûte li
sala 1906,an ya zayînî / mîladî hikûmeta adî û mihelî ya kurmanc
mesûlîyeta tarîxî /dîrokî ya bavê wî dane wî, bi vê rêya ew bi resmî
bû hikumranê / serokê menteqa kurmanc bi merkezîyeta Miyankûh. Li wê
wextê Orisîyet û Êngilîs li ser tesmîmgirtin /biryargirtin yên Îranê
tesîrdar bûn. Cecoxan ji dû demekê da talaş kir ku merkezîyeta
hikûmeta mihelî ya kurmanc biguherîne şehrî Qoçanê (ku merkeza tarîxî
ya hikûmetên mihelîye kurmanj ji sala 1610,î zayîvî pê va bû) daku
resmen hikûmeta îyaletî – welayetî ya meşrûte li menteqa kurmanj
élanbike, û bi vê rêya hêzên milî û qomî li dijî Orisan ku menteqa
kurmanj dagîrkiribûn / îşqalkiribûn, kom bike daku wan mecbûr bi terk
kirina Îranê bike.
در منطقهء کرمانج شمال خراسان نیز مردم به رهبری ججوخان در راستای دفاع
از خواسته های بحق مشروطه به پا خواستند. ججوخان سردار ملی کرمانج (شمال
شرق ایران) در نوجوانی پدرش را از دست داد. در هنگام انقلاب مشروطیت در
سال 1906 میلادی حکومت سنتی و محلی کرمانج مقام سنتی پدرش را به او تفویض
نمود، بدینسان او رسمأ به حکمرانی منطقه کرمانج به مرکزیت میانکوه منصوب
شد. در آن زمان روسیه و انگلیس کاملأ بر تصمیم گیریهای ایران اثرگذار
بودند. ججوخان پس از مدتی در صدد انتقال مرکزیت حکومت محلی کرمانج به شهر
قوچان (مرکز تاریخی حکومت محلی کرمانج از سال 1610 میلادی به بعد) برآمد
تا رسمأ حکومت ایالتی- ولایتی مشروطه منطقه کرمانج را اعلام، و بدینسان
نیروهای ملی و قومی را علیه روسها که منطقه کرمانج را اشغال کرده بودند،
بسیج نموده تا آنان را مجبور به ترک ایران کند.
Ji dû bombaran kirina herema Îmam reza, Orisên Tizarî ku serdarê milî
yê kurmanj însanek qewî û bêtirs û li dijî hedefên êrêşa xwe didîtin
li rêya girtina wî derketin. Cecoxan bi hemkarîya sitûn pêncim
(alîkarên Mohemed Alî Şah ku dijberê dimokrasî ya meşrûteh bûn)
carekê hate girtin lê çinku ew serdarekî pir ostakar û qewî bû bi
zîrekî û hoşmendî û çelengî ji bendîxana Orisan revî.
پس از بمباران حرم امام رضا (ع)، روسهای تزاری که سردار ملی کرمانج را
فردی با صلابت، پرقدرت و مخالف اهداف و امیال تجاوزکارانه خویش می دیدند
در صدد دستگیری او برآمدند. ججوخان با همکاری ستون پنجم (طرفداران
محمدعلی شاه که مخالف دمکراسی مشروطه بودند) یکبار دستگیر شد اما بواسطه
اینکه او سرداری بسیار حرفه ای و چیره دست بود با مهارت و ظرافت خاصی از
زندان روسها گریخت.
Cecoxîn xebata xwe li dijî Orisan (hêzên bêgane yên li dijî dimokrasî
û azadî li Îrana meşrûte) û Mohemed Alî Şah yê ji hikûmetê berkinar
kirî ku li sifaretxana (balyozxane) Orisan penaber bûbû (hêzên hundir
welêt yên li dijî dimokrasî û azadî li Îrana meşrûte) berdewam kir û
li qereqûl û meqerên wan li menteqê û xeta serhedê (Bakûra rojhilat ya
Îranê) êriş dikir û efser û serbazên Orisan (Selatên Orisan) yên
dagîrger digêhandine cezayên karên xwe, tifang û yaraqên wan jî li nav
siwarên xwe û qoşûna kurmanj pareva dikir daku ji xwe difa kin.
ججوخان مبارزه علیه روسها (عوامل خارجی ضد دمکراسی و آزادی در ایران
مشروطه) و محمد علی شاه مخلوع که به سفارت روسیه پناه برده بود (عوامل
داخلی ضد دمکراسی و آزادی ایران مشروطه) ادامه داد و به پاسگاهها و
پایگاههای آنها در منطقه و نوار مرزی (شمال شرق ایران) حمله می کرد و
افسران و سربازان روسی (سلاتهای روسی) متجاوز را به سزای اعمال خود می
رساند، اسلحه و مهمات آنان را بین سواران خود و قشون کرمانج تقسیم می
نمود تا که از خود دفاع کنند.
Orisan bi resmî ji hikûmeta wê wextê ya Îranê xwest ku Cecoxan, ev
rêberê timêşe qehreman û camêrê natirs û navdarê hêja yê kurmanj,
destgîr kin, lê doletê jî gotibû ku alîkar û piştgîrên wî li menteqê
pir in û va kara ji dest me nêye. Ji dû vê encama da Orisan gişt hêzên
xwe li dijî Serdarê milî kurmanj, amade kirin û şandine teqîba wî. Van
teqîban jî ti eser nekirin. Cecoxan rêberê natirs û naskirî yê
meşrûtexwazî kurmanj, dostdarê miletî kurmanj û Îranîyekî li dijî
Orisan (dagîrgerên bêgane yên li dijî dimokrasî ya meşrûte li Îranê)
bû ku ji alîyê xelkî menteqê û piştgîrên nizama meşrûte ya Îranê dihat
hezkirin.
روسها رسمأ از حکومت وقت ایران خواستند که ججوخان، این رهبر همیشه قهرمان
و جوانمرد رشید و نامی کرمانج، را دستگیر کند، ولی دولت گفته بود که او
از طرفداران زیادی در منطقه برخوردار است و این کار از عهدهء ما ساخته
نیست. پس از این جریان روسها تمام نیروهای خود را علیه سردار ملی کرمانج،
بسیج کرده و به تعقیب او فرستادند. این تعقیبها موثر واقع نشد. ججوخان
بعنوان رهبری نترس و یک چهرهء شناحته شدهء مشروطه خواه کرمانج، ملیت گرای
کرمانج دوست و ایرانی روس ستیز (اشغال گر خارجی ضد دمکراسی مشروطه در
ایران) محبوب مردم منطقه خود و طرفداران نظام مشروطه ایران بود.
Cecoxan dost û yawerê zehmetkêşan û sitemdîtîyên kurmanj û xelkên
mehrûm yên Îranê bû û sîstima dimokrasî ya meşrûte mîna hikûmeteke
pareva kirî (qismek fidiralîsm a menteqeyî li wê çaxê) sa Îrana çend
milîyetî ra minasib dizanî ku ji rêya wan xwestên bi heq û qanûnî yên
xelkî Îranê bi cîh dihat.
ججوخان یاور ستمدیدگان و زحمتکشان کرمانج و مردم محروم ایران بود و سیستم
دمکراسی مشروطه را بعنوان حکومتی غیر متمرکز (نوعی فدرالیسم سنتی آن
روزگار) مناسب ایران کثیرالمله می دانست که بواسطهء آن مطالبات و خواسته
های بحق و قانونی مردم ایران برآورده می شد.
Cecoxan bi qowet girtina dijberên azadî û dimokrasî li Îranê, û bi
xîyaneta ostûna pêncim ya li dijî meşrûte ku bi alîkarîya Orisên
dagîrger (îşqalger) hatibûn, li meha Behmen ya sala 1290,î ya rojî
(1911,an ya zayînî) li çîyên tijî berf yên Axmezar û Êspîyanê (Bakûra
rojhilat ya şehrî Qoçanê), bi mezlûmî û canesarî sa destxistina heqên
milî û ferhengî yên xelkî kurmanj, û rêz û hurmetkirin li xelk û
welatî xwe bi destên dagîrgerên Orisan hate kuştin û çu dilovanîya
xwe, û canê xwe mezlûmane feday azadî û dimokrasî ya meşrûte li Îranê
kir.
ججوخان با قوت گرفتن مخالفین آزادی و دمکراسی مشروطه در ایران، و با
خیانت ستون پنجم ضد مشروطه که به یاری روسهای اشغال گر شتافته بودند، در
بهمن ماه 1290 خورشیدی (1911 میلادی) در کوهای پر از برف آخ مزار و
اسپیان (شمال شرق قوچان)، با مظلومیت تمام، در کمال جانفشانی برای
دستیابی به حقوق ملی و فرهنگی خلق کرمانج، و احترام و حرمت گذاری به
مردم و کشور خود به دست متجاوزین روس به شهادت رسید، و جان خود را
مظلومانه فدای آزادی و دمکراسی مشروطه برای ایران نمود.
Lê li alîyê dinî Îranê, hêzên micahidên meşrûte yên menteqên Bakûr û
Başûra Îranê (sala 1288,an ya rojî / 19 January 1909 zayînî) gihêştine
Têhranê û Şah û yên dorûberên wî li sifareta Orisan penahber bûn.
Înqilabgerên meşrûte, meclîsa bilind çêkirin û Mohemed Ali Şah ji
padişahîyê derkirin û welî-ehdê wî Ahmed Mîrza (Ahmed Şah) li têxt
danîn, li şûna wî bû padişahê Îranê, û Alî Reza Xan Azed-ol-molk
reyîsê êla qacar jî bi cîhgirê padişahîya wî hate hilbijartin. Carek
din meclîsa şowrayî ya milî çêbû (meclîsa duyim salek ji dû girtina
meclîsa yêkim, bi beşdarîya Şahê ciwan hate avakirin) û wer ku dihat
dîtin dora îstibdad teva bû û meşrûte xwaz bi serketin.
اما در آن سوی ایران، نیروهای مجاهدین مشروطه مناطق شمال و جنوب ایران (
1288خورشیدی / 19 ژوئیه 1909) وارد تهران شدند و شاه و اطرافیانش به
سفارت روس پناه بردند. انقلابیون مشروطه، مجلس عالی تشکیل دادند و
محمدعلی شاه را از سلطنت خلع کردند و ولیعهد او احمد میرزا (احمد شاه) را
به تخت نشاندند، به جای وی به سلطنت ایران و علیرضاخان عضدالملک رئیس ایل
قاجار نیز به نیابت سلطنت او برگزیده شد. بار دیگر مجلس شورای ملی تشکیل
شد (مجلس دوم یک سال پس از بسته شدن مجلس اول، با حضور شاه جوان گشایش
یافت) و ظاهراً دوره استبداد به پایان آمد و مشروطه خواهان پیروز شدند.
Lê xebatên meclîsê li sed sal pêş, serkut kirina Omevîyan ji alîyê
qehremanê îranê, Abomoslim xorasanî û hibijartina Abasîyan, dihîne
(tîne) bîra adem. Sa me Îranîyan va pirsa çê dibe ku çima Abomoslim bi
xwe nebû xelîfe û Îranî ji dest bêganan sa timêşe rahet nekir. Û çima
meclîsê ji dû berkinar kirina Mohemed Alî Şah komarî êlan nekir û li
şûna wî kesek ji qomaşa qacar kirin Şah.
اما اقدام مجلس در یکصد سال پیش، آدم را بیاد سرنگونی امویان توسط قهرمان
ایرانیان، ابو مسلم خراسانی و انتصاب عباسیان می اندازد. برای ما
ایرانیان این سوال مطرح میشود که چرا ابومسلم خودش خلیفه نشد و ایرانیان
را از دست بیگانگان برای همیشه راحت نکرد. و چرا مجلس بعد از عزل محمد
علی شاه اعلام جمهوری نکرد و بجای او شخصی از قماش قاجار را شاه کردند.
Li hidûda hezar û sed sal pêş û li sed sal pêş çima cîhê Xelîfe û Şah
bi dîtina xelkî Îranê, miqedes û rêzdar bûye? Abomislim û meclîsa ewel
li hember tarîxê mesûlîyeta xwe encamp dan. Lê ew yên hilbijartî ne ku
paşê “ bin zer kirî “ dibine. Meclîs û xelkê li wê zeminê tecriba îro
tunebû yane çareserî hêsan e.
در حدود هزار و صد سال پیش و در صد سال پیش چرا جایگاه خلیفه و شاه از
نظر مردم ایران، مقدس و قابل احترام بوده؟ ابومسلم و مجلس اول در مقابل
تاریخ به مسئولیت خود عمل کردند. ولی این انتخاب شدگان هستند که بعدأ "
تو زرد" از آب درمی آیند. مجلس و مردم در آن زمان تجربه امروز را نداشتند
و الا را ه حل ساده است.
Dimokratîze kirina avahî (sazî) ya sîyasî li civaka wehşetnak
yêkdestkirî ya Îranê, tenê ji rêya teqsîm kirina emûdî (dirêjatî) ya
qowên hikûmetê, yanku teqsîm kirina mesûlîyet, erk, îxtiyar û
selahîyetan li nav hikûmeta merkezî û hikûmetên eyaletan, û teqsîm
kirina ofoqî (pahnatî) ya hikûmetê (cuda kirin û serbixwebûna her sê
qowan) tamîn dibe.
دمکراتيزه کردن ساختار سياسی در جامعهء وحشتناک متمرکز ايران، تنها از
طریق تقسيم عمودی قوا، يعنی تقسيم اختيارات و صلاحيتها بين حکومت مشترک
مرکزی و حکومتهای ايالتی، و تقسيم افقی قوا (تفکيک و استقلال سه قوه)
تأمين می شود.
Sewa çêbûna dimokrasî li Îranê, minasib e ku sîstima fidiral ya
îyaletî bi xwestin û êradeya xelkê payerijî bibe. Her îyaletê heqê
îdarekirina karên xwe ji rêya; Parlimana îyaletî, hikûmeta îyaletî,
qowa dadgerî ya îyaletî û destgeha emnîyetî ya îyaletî, hebe. Xelkî
Îranê li kêleka parlimanên îyaletî yên xwe hem jî parlimana fidiral ya
merkezî (navendî) ê hilbijarin ku ji nav vê hikûmeta fidirala merkezî
ya Îrana fidiral ê çê bibe ku îdarekirina mohimtirîn karên giştî yên
Îranê li hoza îxtiyara wê bibe.
برای تحقق دمکراسی در ایران، مناسب است که سیستم فدرال ایالتی به خواست
و ارادهی مردم پایه ریزی شود. هر ايالت حق ادارهء امور داخلی خود را از
طریق پارلمان ايالتی، حکومت ايالتی، قوهء قضايهء ايالتی و دستگاه
امنيت ايالتی، داشته باشد. مردم ايران در کنار پارلمانهای ايالتی خود
همچنين پارلمان فدرال مرکزی را برخواهند گزيد که از درون آن حکومت فدرال
مرکزی ایران فدرال شکل خواهد گرفت که ادارهء مهمترين امور مشترک کشور
ایران در حوزهء اختيارات آن خواهد بود.
Der esil va ew şîwaz û terz ji dimikrasî ya parevakirî (qeyrî merkezî)
ye ku ji kal û pîrên me (mîna Cecoxan li menteqa kurmanj ya Bakûra
xorasanê) li roydana înqilaba meşrûtê dixwestin wê bi şîwazekî mihelî
pîyade bikin ku natemam ma.
در واقع این همان شیوه از دمکراسی غیرمتمرکز است که نیاکان ما (از جمله
ججوخان در منطقه کرمانج شمال خراسان) در پدیده انقلاب مشروطه می خواستند
به شیوه ای سنتی آن را پیاده کنند که ناتمام ماند.
ادامه مطلب ........بروید..............
ادامه مطلب ...