شعر ومتن کردی و فارسی

Perwerde

Alan Dilpak


Perwerde danûstandineke civakî ye di navbera mirovan de. Armanc ew e, ku kesê tê perwerdekirin (bi piranî zarok yan jî ciwan) ligor bingehên civakî yên erênî werin xwedîkirin û ji bandorên (tesîr) neyênî bên parastin. Perwerde tim kontrola rabûn û rûnishtana kesan e, yên ku, di sîstêma civakî de bi awayekî misoger (parêzî) cihê xwe bigirin.

Ligor dîtina modêrn naveroka perwerdê him jî ew e, ku kesîtîyeke azad û serbixwe were vejandin yan jî afirandin.


Norm û nirxên perwerdê yên îdîyal tim di bin bandora demê de ne û tên guhertin.
Karûbarên perwerdeke xwedî plan û armancên diyarkirî yê îdîyal jibo kesekî ciwan ew in, ku di ber her tishtî de, ligor taybetî û kanînên wî kesî derfetan amade bike, yên ku jibo pêshveçûn û serketina wî pêwîst in. Ev prosêsa civakî, di nav malbatê û sîstêma dewletê, ya perwerdeyî de, pêktê û bandora hin faktorên hawîrdorî jî lê dibe. Encama perwerdê bi tenê ew nîne, ku kesan bike endamê civakê. Lêbelê yek encama wê ya giring jî ew e, ku kesan bike xwedî taybetîyên rexneyî û erênî jibo civakê.


Her modêla perwerdê tim di bin kontrola demê de ye û ligor polîtîka pêvejoyê tê guhartin (wek: dêmokratîk, fashîst, û hwd).

perwerde

A. Ligor cih


  a) malbat
  b) hawîrdora civakî
  c) xwendegeh / dibistan
  d) sazîyên olî (xwendegeh, kurs, mizgeft)


B. Ligor bandorê

  a) bandora bê armanc
  b) bandora bi armanc


Karûbarên perwerdê yên bingehîn ev in:


A. diyarkirina armancên perwerdê
B. amadekirina derfetên hînbûnê
C. nirxandin û kontrolkirina pêshvaçûna hînbûnî

 

 


پنج‌شنبه 12 مرداد 1391 :: 17:31 :: نويسنده : zemanekurdi

ورود کاربران

خوش آمدید! لطفا وارد حساب خود شوید

رمز عبور را فراموش کرده‌اید؟
حساب کاربری ندارید؟

فراموشی رمز عبور

نام کاربری یا ایمیل خود را وارد کنید

یا

ثبت نام کاربران

در چند ثانیه حساب کاربری خود را بسازید

قبلا ثبت نام کرده‌اید؟

نظرات کاربران

دیدگاه خود را با ما در میان بگذارید