شعر ومتن کردی و فارسی

Gotinên Pêşîyan

Nû kirina dawî 23 rezber,2006

 

Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî û zimanê ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje.
 

 

A
Abûr daye ebûrê.
Adar e meşka li dar e, ne li hera, li beriya Sîngor e.
Adar e, dew li dar e, şivanî xwe mal e, kebanî bi kar û bar e.
Adar e, dew li dar e.
Adar e berf giha guliyê dar e, nema dane êvare.

Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hejîran
Agir xweş e, lê xwelî jî jê çêdibe
Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî
Axa, bi deh gundên xwe ve, bawer dike Keyxosrow e
Afirê gameşa bû warê gelşe mêşa.
Agir berda kome, x we da feza zomê.
Agir ber piyên wî dibe av.
Agir berda kayê, xwe da ber bayê.
Agir berda malê, revî xwe da palê.
Agir davêje devê xwe.
Agir girte mala yekî, ye din got: "Tu bi Xwede venemirîne, da ku (ez) kewen xwe bibirêjim.
Agir girtibû mala yekî, yekî jî ser û pe li ber dikizirandin.
Agir ji dawê dibare.
Agir ji dev dibare.
Agir li dawê ketiye.
Agir li mala derewîna ket, kesî je bawer nekir.
Agir li mala yekî ketibu, yekî jî liber firike xwe diqelandin.
Agir li sere min ketiye, tu jî liber rune xwe diqijirînî.
Agir pekeve bîhna bîso je naye.
Agire bin kaye ye.
Agire xwes, agire dare hisk.
Aha Gule bihar, aha Gule zivistan.
Alikî sîn e, alîkî sahî ye.
Aliye xwede je stendiye.
Amanet heta qiyamet.
An barek derew, an barek dirav.
An hero, an mero.
An mam, an xal.
An naçe as, an jî diçe asvan dikuje.
An naçe diziye, an jî diçe sivan dikuje.
An nane te genim, an zare te genim.
Anî ji deriyan, da xera miriya.
Ape sorvirçî, ji deste wî gurî derket kete deste wî hirçî.
Apke (Ape) Faris, niha tu nemirî tuye beyî nav garis!
Apo ne gej e, tistan dizane (dibîne) nabeje.
Aqil bi dînan çi bike, çav bi koran çi bike.
Aqil je birîn. ( Aqil je nahbire.)
Aqil le buye av.
Aqil sivik e, ling çapal e.
Aqile kew re, risqe bihare
Aqile kurî caniya del..
Aqile kurî, bi teyran re firî.
Aqile kurî, se te da birî.
Aqile min dibire, aqile gilika min nabire.
Aqile wî/we di nav çoken wî/we da ye.
Aqile xwe bi nan u dew ve xwariye.
Aqile xwe bide sere xwe. (Topî sere xwe ke.)
Ar u pelur e, xuy (xwedî) qebul e.
Are (Arde) xwe pehtî ye, kapeka xwe retiye.
Are hur di hewana xwe de dîtiye.
Are kewan e, risqe betan e.
Are keware risqe bihare.
As berdaye, pey çeqçeqe ketiye.
As bi xeyalekî, asvan bi xeyalekî.
As digere, çeqçeq dirane xwe diskene.
As ji dest çuye, pirsa çeqçeqe dike.
Asek nehistiye ku, arvane xwe le ke.
Av bisekine, ew nasekine.
Av gewriye, gewrî xeniqî.
Av li dev dikeve.
Av li Nerwane, feyde li Taqwane.
Av nade guzike.
Av pe germ dibe.
Av rabu, sirik (bend) bela bu.
Ava bîra bi tedbîra.
Ava heft girara li dev çu. (diçe)
Ava sare, ser çi da diçî xware.
Ava ser beruya, wek zavaye bi dile xesuya.
Ava zimzim, li pey dibezim.
Ave da nave.
Ave ku da serî, çi bohistek çi çar tilî.
Ave selî dike.
Avek (kel) kelandî ser da kir.
Avek sar di ser da vexwar.
Avek sar ser da kir.
Avete pas guhe xwe.
Avriyen tirs daveje.
Ax u avayî nav u nandayî.
Axa gote Mirtib: "Eze te xim" . Mirtib got "Axaye min eze runim."
Axa ji xulame xwe re got, xulam ji kuçike xwe re got, kuçik jî ji dela
(teriya) xwe re got.
Axa li kefe ye, mal maye li bin berfe ye.
Axa li kefe ye, xulam di nav zicre ye.
Axaye be xulam e.
Axaye me Bil e xwere me ser kul e.
Axaye me bu Pilo, sîva kere me bu çilo.
Axaye me Om e, xwelî li sere me kom e.
Axaye min wax çave min kor bin ji bo hespe boz.
Axayî bi xulam e, xulamî bi olam e.

Agir berda kayê û xwe da aliyê bayê.
Agir bi agir venamire.
Agir di kevnebizûtan de dimîne.
Aşê dînan bê av digere.
Aşê xerabe arvan nahêre.
Ava bin kayê deng jê nayê.
Av diçe lê aş li cîhê xwe dimîne.
Av dilop dilop dibe gol.
Av di serkaniyê de şêlû dibe.
Av ji kaniyê û nan ji baniyê
Av û agir razin, dijmin ranaze.
Av şûna nan nagire.
Ava golê dimîne heta salê.
Av di golê de genî dibe.
Ava hêdî me ecêb jê dî.
Avahiya ku dû jê here, venamire.
Ax û avahî, nav û navdayî.
Axa bi xulam e, xulam, xulam jî bi olam e.
Axa got mirtib: ezê rabim li te bixim. Mirtib got: axayê min ezê rûnim.
Axîna kûr ji dilê kûr tê.
Azadî hat dinê, zimanê lal hat vekirinê.
Axayê me Pilo şîva kerê me bû çilo.
Axaftina bi zîvî bikire û bizîvî bifroşe.

 



B
Ba dere wî/we digire, ba vedike.
Ba ji zinar (teht) çi dibe?
Ba vî alî dixe, wî alî re debas dike.
Baçelmok (bi) sev digerin.
Bajarî, li erde narî.
Ban qul e, binban sil e.
Bane me yek ban e, yalik dest e, yek zozan e.
Banek e u bagurdanek e.
Bar ji ser xwe daveje.
Bar min naesîne, serbar min desîne.
Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî.
Baran disekine pey da (du re) ga cil dike.
Barana havîna, sil kir bine kulîna.
Barane erd sil kir, zîpike erd qul kir.
Bare kere li ser pista deve ye.
Bare xwe girtiye.
Barek dirav, yan barek derew?
Barek quran sond bixwe, kes je bawer nake.
Bav harsim dixwe, diranen kur disekihin.
Bav ji es te, kur je pirsa bajer dike.
Bav ji es te, kur saloxan dide.
Bav kustiye (ku) gore sond dixwe. (bixwe)
Bav rezek da law, law guslek tirî neda bav.
Bavo hun çima ker ker xebernadin?
Bavo, min bivirek dît. Got: "kane?" Got: "Min winda kir."
Baye hewana wî li ber çu.
Baz bi bazan, qaz bi qazan, mirîska kor bi dîke kulek ra.
Be are ji çi ar bike, we kume xwe tim xwar bike.
Be male, malxe male, neye male qeda sale.
Be malo, be xatî be xalo; bi malo, bi xatî bi xalo.
Be serî u be binî (ye).
Be zar u be ziman (e).
Bedewe çav kil kir, dile xortan tev kul kir.
Bedewe here, xer ji bazara te naye!
Behra sîn e, av te de nîn e.
Beje beje zimane te direj e.
Beje min hevale xwe ez bejim tu kî yî?
Bejin biriqî, dil xeriqî.
Bejn lal e, (bila) nebejin tiral e.
Bejn tît e, mal mecît e.
Bejn zer e, dil jehr e.
Bejna heyrane her kiras le te.
Bejna min sehr e, dile min jehr e.
Bela li sere (xwe) wî/ we vekir.
Bela xelke ji çol u çiyan te, ya min belengaze Xwede ji ber lingen min te.
Bela xwe je venake.
Bela xwe le digerîne.
Belaye newe newe, dema tu hatî li ser sera u li ser herdu çavan.
Belaye! Çaven res u belek min ji te re kildan e.
Belengaze aqile xwe ye.
Belengaze Xwede ye.
Benamuse ulme (ilme) xwe ye!
Bendera ku çelek ser bigere, ew çi bender e?
Bendike Ruto dudu ne, çave wî li min çave min jî li yekî (yeka) din e.
Benîste xwe cu ye, li netika xwe ve daniye.
Beqe çav da çeleke, zike we teqiya.
Ber barane revî, li zîpike qelibî.
Ber barene revîm, ber çortane ketim.
Ber defa be deng direqise.
Ber defa cuna direqise.
Ber ecela xwe ve diçe.
Ber ecele xwe direve.
Ber goste çuyî nakeve, ber serpiyan dikeve.
Ber kere re derbaz dibe, cehsike je didize.
Ber li serî, yan serî li ber (î), her serî we biske.
Berda sond dixwe.
Berdana jine, edeta dine.
Bere dest destan diso, pase dest serçavan diso.
Bere merezî bu îja terese jî lexist.
Bere pir bi gul bu, barane lexist sil bu.
Berf hatiye ku ling (de) bicemide.
Berf heliya, ling wesiya.
Berf jî spî ye, le kuçik di ser da pîsiye xwe dikin (dirîn).
Berf jî spî ye, le tam le tune ye.
Berî barane ba ye, berî mirine ta ye.
Beru da bizine, dest avete qarçike.
Beru ji qalike xwe banzda u got: "Magî devî çawa ye!"
Berxik spartine gur.
Bes hat sere maldaran, avetin sere feqiran. (jaran)
Bexdaye jî xurme zef in, ji me re çi ye?
Bexte pesîn, ware hesîn. (Bext bexte pesîn war ware hesîn.)
Beyî derî ji te ra vekiriye, heri re ji te ra vekirî ye.
Beyî mala me te bibînî hale me.
Bez spartiye pisîke.
Bi ava zemzeme (ve) sustine.
Bi çar destan ve girtiye.
Bi çavekî le nenere.
Bi destan da, bi lingan pey ket. (im)
Bi destekî nesustî li nav derket.
Bi desten xwe mala xwe xera kir.
Bi deve xwe kete belaye.
Bi deve xwe ve napeyive (xebernade)
Bi fita Hesene Hewerî.
Bi gur re dixwe, bi xwedî re sîne dike.
Bi gurmiste, dibeze sujine.
Bi guye xwe ve buye yek.
Bi heçeta (hinceta) kurke dixwe virike.
Bi kapekekî Uris nake.
Bi kere nikare dibeze kurtan.
Bi kevçiyan ve da berhev bi hesikan ve bela kir.
Bi kinco, were qunco, bi qerpalo here malo.
Bi kîrekî kulavî le dige.
Bi kulme, diçe direje.
Bi min xurto, li min xurto.
Bi penciruka li guye xwe ketiye.
Bi piye xwe kete tele.
Bi qîzanî mîr bu, bi jinanî pîr bu.
Bi quna ziya filitî.
Bi qune ketiye çala genim.
Bi qune, ketiye kodika jajerune.
Bi roj bilbil e, bi sev piskul e.
Bi roj kefene miriyan je dike, bi sev bulqe bulqa kuza ditirse.
Bi roj miriyan diselîne bi sev qurquroneka derî ditirse.
Bi roj ronahî li ber min neke.
Bi ruyekî spî je xilas bum.
Bi sere poz xeberdide.
Bi sev sememok e, bi roj pîrebok e.
Bi tekbîr, dikolin bîr.
Bi tepa li sere xwe ket.
Bi ve qune, tu naçî sune.
Bi ve qune, tu naxwî hekerune.
Bi ve quse, tu naçî Muse.
Bi vî hisî, tu nagihejî tu par u pisî.
Bi viran sond bixwe serî naese.
Bi xera kîre min (çike min) buye mîre min.
Bi xwe bume dize sola xwe.
Bi xwe pir gul bu, barane lekir sil bu.
Bi xwîna xwe xeber dide.
Bibe nebe mirov goste kewana jî dixwe.
Biçe Bitlîs, we bilîz.
Biçe ser kahniye, kahnî we ziya bibe.
Bîhn le çikandin.
Bîhna biso je te.
Bîhna ceheneme ji dev te.
Bîhna kiz te ji mala diz.
Bîhna sîr ji dev te.
Bihusta ku ez ne te de bim (ne le bim) bila ker te de vegevizin.
Bila avis be, kenge dize bila bize.
Bila bejin xençera Xaço heye.
Bila ev jî daxek be li deste min be.
Bila hindik, bila rindik.
Bila jina mere çe bim, bila roje heft caran sere min be sikandin.
Bila kuçike gunda bim, ne piçuke bira bim.
Bila kuçike sa bim, ne piçuke bira bim.
Bila kuleka te du negire.
Bila li xwede xwes here, bila li evdan xwes neçe.
Bila me be, sîr qismet e.
Bila mere min mer be, bila sere min li ser tera er be.
Bila ne di min da be, bila di diya min da be.
Bila ne li ber agire min be, bila ber agire mala bave min be.
Bila razana te hebe, rabuna te tune be.
Bila reze min li nav rezan be, bila tirî li min heram be.
Bila sure xweyî tuj baveje quzika min.
Bila tu gurbiyayî bila te bere kera min bixwara.
Bila tu xwes bî, gula siwara bî.
Bila xwes bî, gula govenda bî.
Bila ya dehan ji li ser ya nehan be.
Bila zike mela bel be, bila gîha u pel be.
Bilbil xistine qefesa zerin, gotiye: "Ax welate min."
Bilbil xistine qefesa zerin. Got: "Ka gula mina bi bîhn?"
Bilind firiya, nizim ket.
Bin ga da golikan digere.
Biratî, bi rastî.
Biraye ji de ye, silava dide li pe ye; ew jî ji bo lome xelke ye.
Birayek din, yek hisyar, dan muyeke neqetandin.
Birçî bu ter nabe, ter bu birçî nabe.
Birîna hevalan, tîra kendalan.
Birîna min, min keder te.
Birîna sura kurtir, birîna sura heye.
Birîne diherisine.
Bivirvan dar birî, ye li ser dare guman ji xwekde nebirî.
Bixwî çavekî min, nexwî derdu çaven min.
Biyanî bidî goste canî, we li ser te de bet posmanî.
Biye kevçî xwîn, ketiye pesa min.
Bizanibe giliya, welat xwestir e ji hemiya.
Bizin bizin e, bere cîhe xwe pekol dike du re mexel te.
Bizin firot bi hefta, beze we kirî bi heysta.
Bizin ketiye derde sere xwe, sivan ketiye derde beze bizine.
Bizin mir, gir damirî.
Bizina kol elimiye danukan.
Bizina kol, hîn bu (ye) daniyen sor.
Bizina kulek u sivane bezek (sivik) tev digehen ber derî.
Bizina nehletî, dev leketî.
Bizina res e, her roj nexwes e.
Boçik ketiye nav lingan.
Boçika wî dixure.
Boçika wî ketiye qune.
Boçika xwe ba dike.
Boçika xwe bilind digire.
Bu (ye) destare kizina.
Bu çala bi derziye. (vedayî)
Bu gur, hef golik jî xwarin.
Bu mesal xal u xwarzî.
Buk bi dile zave ye.
Buk di sorike de, dergus di lorike de.
Buk li hespe ye, hefsar li miste ye, kes nizane qismete ke ye.
Buk ma heviya baltuze (dise) dile we bu kela dîze.
Buka ape kete kape, buka xale delaliya male.
Buka male, qesmera male.
Buka xale ezîza male.
Buke (buka ku) xeniqandiye heft xesî, ji bulqiniya cer ditirsî.
Buke pe pepar, sivan (o) dar gopal.
Buke tune zar-ziman, xesuye tune dîn-îman.
Bume gaye dîz-kiloza.
Bune dîk u mirîsk li ber hev sekinîne.
Buxza wî buxza deva ye.
Buye ava bin kaye.
Buye bereta li ser berata.
Buye buka barane.
Buye cirm ketiye hustiye min.
Buye çeleka sor, sîre xwe dide dawiye de linge xwe ledixe direje.
Buye çira ber kora.
Buye çiyaye Sîpane, sere xwe danaxwe. (natewîne)
Buye dasiye masiye.
Buye defa ber kera.
Buye diware ser buze.
Buye dîzika Behlul.
Buye Eliye xem xwar.
Buye findiqa ser nergize.
Buye gaye cot, ne kisî mese ser xwe dike ne ji ye ciranan.
Buye gola reqe (u) beqan.
Buye hîva bin ewr.
Buye keleme ber çavan.
Buye kere Bute, yek salî bu du kel hilgirt, du salî bu kelek hilgirt.
Buye kevir, xwîn je naye
Buye kewa dafike.
Buye male mirî.
Buye mesela jinik u meqese.
Buye mesela masiyen sove.
Buye mîza seytîn. (dipeke her dere)
Buye nivista mele.
Buye qîza qurqur bege.
Buye riya kadize.
Buye roviye ji mirîskan xwe re mezin buyî.
Buye serikî kera.
Buye tajiya kuça.
Buye xesuya seyan.
Buye xweya hemi giraran.

Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kî yî.
Ba li dîwarê der ve dixe.
Ba çawa tê, bêderê weha bide bayê.
Ba pê ket, kûçik li pey ket.
Bajarî li erdê nêrî.
Banek û bagurdanek.
Banê xanî tenê bi keviran bilind nabe.
Bar mirov nayêşîne, serbar mirov dêşîne.
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e.
Baran li cîhê avî dibare.
Barekê dirav an barekî derew.
Barê giran tim li ker dikin.
Barê hêştir,li ker nayê kirin.
Barê serê bê eqil, ling dikşînin.
Baş be lê ne belaş be.
Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe.
Bavê mirov pişta mirov e.
Baweriya kurdan her bi çiyê tê.
Beq bi avê serxweş dibe.
Ber(kevir) li cîhê xwe bi rûmet e.
Berê bişêwire, piştre bikire.
Berê text ya jinan bûye.
Bertîl kevir nerm dike.
Bextê reş tim yê xwedî ye.
Ba li dîwarê der ve dixe.
Ba çawa tê, bêderê weha bide bayê.
Ba pê ket, kûçik li pey ket.
Bajarî li erdê nêrî.
Banek û bagurdanek.
Banê xanî tenê bi keviran bilind nabe.
Bar mirov nayêşîne, serbar mirov dêşîne.
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e.
Baran li cîhê avî dibare.
Barekê dirav an barekî derew.
Barê giran tim li ker dikin.
Barê hêştir,li ker nayê kirin.
Barê serê bê eqil, ling dikşînin.
Baş be lê ne belaş be.
Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe.
Bavê mirov pişta mirov e.
Baweriya kurdan her bi çiyê tê.
Beq bi avê serxweş dibe.
Ber(kevir) li cîhê xwe bi rûmet e.
Berê bişêwire, piştre bikire.
Berê text ya jinan bûye.
Bertîl kevir nerm dike.
Bextê reş tim yê xwedî ye.



C
Ca (ce) nalekî (hesinekî) bavejin ber linge wî/ we.
Ca bihelin ez jî anaxazeke biherim.
Cano min tu danî, kesî tu hilneanî.
Car caran tîne, gaye res baran tîne.
Careke te bixapîne ar di mala wî keve; bu di cara, du caran ar di mala wî
keve; ku bu se caran ar di mala te keve.
Carina dibe kura kirece, carina dimbe dîware buze.
Carina dimis-run e, carina qetil-xwîn e.
Carina mirov ji mecburî goste kewan jî dixwe.
Carina mirov ji yare diya xwe re debeje "bavo".
Caw bu kitan, dew bu derman.
Cawa (bersiva) wî kire dest.
Cawe sil firotine.
Ceger le sewitî ye. (sotiye)
Cegere be mefere bira kustin (mire) neçu sere.
Cem mîhe çave berxe derdixe.
Cer nu ye, av cemidî ye.

Cêr di riya avê de dişkê
Cîhe be def direqise, ma dora cîhe bi def.
Cila sil e, ketiye mil e.
Cila xwe ji ave derdixe.
Cile u kulev ji hev dipiskeve.
Cilen xwe sil kir beriya barane.
Ciwan mîse ne , bele xwîn serîn u kit-kite ne.
Ciwanekî bavejin resiya pîreke bavejin xwesiya.
Ciye jina xera kiriye, hînava ye.
Ciye ku pakî le heye, xirabî çi ye?
Ciye seran rovî dikin geran.
Cote xwe daye kevir.
Cottar li bervî mal e, kebanî nu bervî kar e.
Cotyaro ew çiye tu diçînî? Got: "Dema hesîn bu te bibînî."
Cucan: Gundekî Gîhadîna giredayî Agiriye ye.
Cuhî da (ka) te bibim buhiste. Got: "Ne îro semî ye, ker naye."
Cun le taste kirine. (kirin)

Ç
Çar çav (buye.)
Çar gurçikî (ye.)
Çav birçî (ye.)
Çav çavan nabîne.
Çav çune ser serî.
Çav giredan.
Çav girtî ye.
Çav girtîbun.
Çav le derxistin.
Çav le tirsandin.
Çav leketin.
Çav sor.
Çav ter.
Çav vekirî. (Çav bel.)
Çav wek sekir spî buye.
Çava ji xwe diborîne. (dibuhurîne)
Çavan giredide.
Çavan je girtiye.
Çave de u bava li ewladan, çave ewlada li çiyaye Qaf.
Çave hev derdixin.
Çave li deriya, xwelî li seriya.
Çave min î kor nenere, bexte min binere.
Çave we/ wî le bar nabe.
Çave xwe kutaye destan.
Çavek kor be, mirov deste xwe dide ber ye din.
Çaven we/ wî je dibire.
Çaven we/ wî je girtiye.
Çaven we/ wî ter nabin.
Çaven wî/ we res bune. (kor bune)
Çaven wî/ we tistekî nabînin.
Çaven xwe belle vedike.
Çaven xwe je re diçirîne. (diqelisîne)
Çaven xwe zoq kirine.
Çavresiyan dike.
Çawa direse, wulo badide.
Çawa suk e, gaz piçuk e?
Çawa suk e, wisa jî buk e.
Çaxe neçîra min te, guye tejiya min te.
Çaxe piçuk bum ji mezinan ditirsiyam mezin bum ji piçukan ditirsim
Çel u dotin, kezwan u kelotin ne vek ketiye.
Çeleka me avis be we rojeke bize.
Çeleke didose Xate, to dixwe Fate.
Çeleke rex kiriye di ser destiye bivir de.
Çem tim naye qirs u qal li ber naye.
Çeme Mirade çiqasî rabe, nikare tistekî ji quling bike.
Çend nîsk ji serî kem in.
Çend texte ji serî kem in.
Çerme golike li ber me we xwedî be li ser me.
Çi buyî kundir, çi jî hustiye te direj-bu.
Çi di hur de, çi di tur de.
Çi giriya ku çi jî beecî?
Çi xwar ku çi jî pe veresî?
Çi zu buyî kundir, te çi zu sax veda?
Çilkek, milkek.
Çima buye kerta kevir?
Çima guye xwe xwariye?
Çima ji min mîh u meîn mane?
Çima razem newala kur, çima bibînim xewna dur.
Çima rihe xwe kur nakî? Got: "Dile min bi qune ne xwes e."
Çima seyek nikare, cendedekî bi deve xwe bigire?

Çira nîne ko heta sibehê pêkeve
Çiqas dinya li hev dikeve, tistek ji me re ser dikeve.
Çiqasî li ser erde ye, ew qasî jî li bin erde ye.
Çira ber kora, defa ber kera.
Çira xizanî ji nezanî.
Çivîk çivîk e ave vedixwe, li ser xwe re xwede dinere.
Çivîka wîlwîlanî ez kor bum min nizanî, te mala xwe xera kir kone min jî pe re danî.
Çiya naçe, dewres diçe.
Çiyî feqîran, derge mîran?
Çoken xwe nerm kirin.
Çu bajer u got: "Baba kenger nerede biter?"
Çu dermane mîze, gu le esirî.
Çu gergere, hat dîsa ew kere bere.
Çu gunde nenas pesne xwe da be qiyas
Çu heyfa bave, quna de jî da ser.
Çu kare kar jî nebu, taye jî ket.
Çu Rewane birinc ji saware male jî bu.
Çu ser dare, dara bin xwe birî.
Çuk e diçe li ser heke betan rudine.
Çukan xem e, Xabur çem e?
Çuke bira, çelike gura.
Çum li sere çiya, zuriyam weke gura, birazî nabin bira.
Çume derva Fatekor, hatim hundir xatekor.
Çume mala ape xwe ketme kape xwe.
Çume mala dewresa, danî ber min maste gamesa.
Çun dewsa miriya, hemi kes li miriye xwe giriya.
Çun welate kera, anîn bare pera.
Çuye tolana (tole bigire) seyda (neçîra) hestiyan digere.
Çuyîn ji me, hatin ji xwede.

D
Da kes weke wî bi sev kere xwe nagere.
Da tu bizanî (bî) dew biraye mast e.
Dane ber bere res.
Dar bir verotine, mirov bi gotine.
Dar dikeve, berî bi ku ve?
Dar ez dikutim, intîn ji te te.
Dar li kewe neket, kew li dare ket.
Dara biye be ker e, ne bistan e, ne ber e.
Dara dixe qula mesa (moza)

Daran di ser xwe re mebire
Dera jina xera ne kiriye hîna ava ye
Derew dujminê Xwedê ye
Derew sêwî ye
Destê bi tenê, deng jê nayê
Dilê tirsok sînga gewr nabîne
Dinê li dinê, çavê gur li bizinê
Dinya bi dor e, ne bi zor e
Dinya gulek e, bihn bike û wê bide hevalê xwe
Diyarî qesp in, şûndiyarî hesp in
Du parên xizaniyê nezanî ye
Darbiro daran bibir, gumana xwe ji xwede nebir.
Dareke digire hezar darî (devî) dihejîne.
Dareke texed quna wî, kulîlkeke dide ber behna wî.
Darî xware, hosteyî rast e.
Daro skesto, xwaro besto.
Dasek u dehlek?
Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran.
Dawet fetikî (fetilî) berbu hetikî.
Daweta duduyan e, gire (agire) hemuyane.
Daweta mirtiban be u mirtib lenedin? (le bidin)
Dawiye de ji bo paniya linge xwe erdek hisk dît.
Daye buhike, jine ruhike.
Daye, ewa ku tu dibejî min derda ye.
Dayika du dotan, li xwe dide du lotan, ne li vir, ne li Cizîra Botan.
Dayiken dergusan re herin zu vegerin.
De îja (îcar) te girte xwe.
De ka kuma daynin pirsa je bikin.
De li qîze sîret kir, qîze got daye hela tu çîke kere binere çend e.
De u dote ser kirin, kemaqilan je bawer kirin.
Def di desTe min da ye, çomax tu ledixî.
Def u zirne berdaye, bi kendale abes girtiye.
Def ya xelke ye tu çomax ledixî.
Defa heware lexistin.
Deh bi duduyan e, Hirmiz xwedane Gololan e.
Deh mal in danzdeh rispiyen wan hene.
Deh siyar çun pesiya rutekî, rut silamet li nav derket.
Del ba ye, kuçik li pey Bexda ye.
Dela xwe daye ser mile xwe.
Delale min ji sîr jî, sekir jî sirîntir e.
Dem bi deme re herdem xwede re.
Dema siud hat serî, bila bizire wek kerî, dîsa jî xelke beje aferî.
Demek a gule ye, yek ya sîlane.
Deng nekirim, zere zer im.
Denge defe nas dike, mala dawete nas nake.
Denge ezmana, nîsana barana.
Denge te xwes te le heke xwendina te quran be.
Dera sor e, çavî kor e.
Derb ku hat serî, xwede we çawa xilas bike?
Derbeke li nal dixe, yeke mix (bizmar) dixe.
Derd hatin derda, kul hatin li ser da.
Derdan derevedike. (dereveneke)
Derde hewiya, jana tiliya.
Derde wî (ji) girara sibe ye.
Dere sore xwe ba kir, dile xortan tev kul kir.
Derek ava kir, mizgeftek xira kir.
Dereweke wan ji deh raste me çetir e.
Derî daye ser piste.
Derî ne berdideyî, kuleke re dikeve hundir.
Dermane her tistî xwe ye, le xwe xirabibe derman çi ye? (derman nîne)
Derpiye jine sor e, merî kor e.
Derpiye min xwe ke, le te de tir u fisa neke.
Derse degire ji jine, de re dibe dijmine.
Derzî di ber guh re kirin (e).
Dest je sustine.
Dest ji cote res berdaye bi zirna zer girtiye.
Dest ji emele wî sar bu.
Dest ji erd u esmana qetiya ye.
Dest li ser destan, heya esmane heftan.
Dest nakeve.
Desta dawo, bi piyan li pey geriyawo.
Deste ber derî ye, bikesî we bimerite, nekesî we biherise.
Deste de peske qîze.
Deste de reng u ruye qîze.
Deste me naye ber deve me.
Deste min di hingir da be cî dihelim tem.
Deste raste dide, bi deste çepe distîne.
Deste sex maç kin, ew sere Qutbe Razî ye; tac u teylesena wî gist xebata deste jar (sar) u tazî ye.
Deste vala, ruye res.
Deste wî tije garis be, livek je narije.
Deste wî, ma li ber ruye wî.
Deste wî/ we giran e.
Deste xwe de hekerune çekî u bidî (ye) ewe beje deve min sewitî, deste (wî/ we) te nesewitî.
Deste xwe dixe qula moza.
Deste xwe je biso (sustine).
Deste zore pîre davejin bîre.
Destkuja wî ne helal e.
Desto bi xwe gesto, ha diwesto, ha diwesto.
Dev je berdan (bernedan).
Dev jev mayîn.
Dev ji sîr sewitiye, pifî dew dike.
Dev ji zirna zer berdaye, bi qula ebcete girtiye.
Dev nerm e pist hisk.
Deva del bi xwar e, piskuleka we jer e, yek li jor e.
Deve bi çerm va dixwe, dile xwe bi mese desîne....
Deve dikeve, nav pembu, çaven xwe digire u dibeje: "Kes min nabîne."
Deve hat bi puleke, pul nabî.
Deve hirçe negihîst seve got: "Çawa tirs e!"
Deve hîz berdaye, quna hîz girtiye.
Deve nal kirin, rovî (jojî) got: "Piye min jî."
Deve nedît li reze, piskul dît li pireze. (feze)
Deve rovî negihîste tiriyan got: "Tirs e."
Deve te ne deve zirna zer e.
Deve te tijî xwîn be, bidî wî/ we nereje.
Deve u gere?
Deve wî ne li cem wî ye. (ne li wî ra ye.)
Deve wî/ we sist e. (nerm e)
Deve xwe daye ber baye geliyan.
Deve xwe dide ber deve wî/ we.
Deve xwe guhirand(iye).
Devî paç e, zikî xaç e.
Devî zu dibe dar, xwelî li sere ye be war.
Deviye tu dar bî, li ser sere min star bî.
Dew dixwaze, kodike jî vedisere.
Dew tirs nîn e, vexwarina hemî benda nîn e.
Dew tune, run difirose.
Dew xwestin u kodik vesartin?
Dewe silave, li ber ave.
Dewlet e, bel e, gewr e, bi sev sayî ye, bi roj ewr e.
Dewlet sere axe, tevka hîve.
Dewleta lez, rez u pez.
Dewres tîr u direj.
Dewsa sera, kund dikin sera.
Dewsa seran, maye kunde dera.
Deyn li te (min) caw li xwe kir.
Di aliye xweyî çepe ve rabuye.
Di ava wî/ we de diçe (naçe).
Di bin bar de namîne.
Di bin kaye de ave dimesîne.
Di dile xwe de disewirîne.
Di firnikan ra anî
Di guhe ge de radize. (razaye)
Di nav de xeriqiye.
Di nava diranan de buye benîst.
Di nava rune xwe de dihele.
Di navbera min u Xwede de bohistek ma.
Di navbera wan de av derbas nabe.
Di navbera wan de çiya hene.
Di orte de dirî li keleke rudine.
Di pasila xwe de dikene.
Di pasila xwe de mar xwedî kiriye.
Di sîtila dew de muye spî dîtiye. (digere)
Di sola wî de av te vexwarin.
Di wara da mayî ye.
Di zike xwe de suxule xwe dimesîne.
Di zike xwe de xeber dide.
Dibe tu pe re, qeda u bela jî pe re.
Dibe xenequtk dikeve gewriya mirov.
Dibe, mer be jî, jin be jî bila bize.
Dibe: "Dare das hate te." Dibe: "Wekî destî ji min be, min nikare."
Dibeje le napeje.
Diçe cîhe nenas, pesne xwe dide xas u xas
Diçim as as xiradibe, tem kahniye kanî zuha dibe; ga dikirim dibe golik genim davejim dibe solik.
Dikale le sîr nade.
Dikana Bekiro du qalib sabun u çar kîs xwe.
Dîke min e, li ser kulîlke xelke bang dide.
Dîke yekî winda bu, got li dîken xwe bigerin.
Dîko tu sibehan, evaran dizanî, ma riya bajer nizanî?
Dil bune aye sevî, xof, rem ji dine revî.
Dil dixwaze, (le) ji dest naye.
Dil germ
Dil hildan
Dil kevir
Dil kirin
Dil kirîn
Dil li ser dil e, je re tune tu derd u kul e.
Dil mayîn
Dil ne sivre ye ku mirov li ber hemî kesî veke.
Dil qewim
Dil res
Dil sar
Dil se
Dil stendin
Dil sikestin
Dil tenik
Dil xwes kirin (Dile wî/ we xwes kiriye)
Dila pirsî, quna hesilî.
Dile de li ser dote, ye dote li ser çiyaye Qaf.
Dile merik ji jine ne xwes bu, digot: "Tu ard eleg dikî quna xwe ba dikî."
Dile min ji we (ne) xwes e, erd di bin berfe de res e.
Dile sivan kete piskule (kermekî), hur kir sîr u xwar.
Dile yekî diçu goste kere, digot: "Guhen we wek yen kewroskan e."
Dile yekî kete kevirekî heft salan bi xwe re gerand.
Dilekî na bi heft dilan.
Dilo bixwaze te boq te pîvaz.
Dimirim dibeecim, ceh dibe ez birinc im.
Dimise yekî rijiya, got: "Bila xera bav u diya min be."
Dîn u îman nan e, nan ku tunebe, bende îro ezdiye, sibe misliman e.
Dine ava, em tev nava.
Dine bi dine re, Mendo bi quna dine ve.
Dine ke xwar? Jin u mere ku ji hevdu ra bun yar.
Dine li dine, çave gur li bizine.
Dinya buye kes, tu kesî negotiye bes.
Dinya kiriye dara doje.
Dinya li ser guhekî wî/ we ye (ser pelikeka guhe wî/ we ye.)
Dinya tev de bisewite, gurzek gîhaye wî nasewite.
Dinya tijî kir be, bostek ji mirov dur be, ma çi kera mirov je heye?
Dinya tijî, mirov te de dijî.
Dinya wa hatiye, we wa jî here.
Diran es, derman kes.
Dirane xwe disîqîne.
Dirane xwe vesere, se hestiyan digere.
Diranî wî/ we te da çikya ye. (diçike)
Direjaya male deh gav, çi bikim mala be nan u be av.
Direse le nikare bide hemberî hev. (hem ber yek bike)
Dirika xwe bi deste min dernexe.
Dîsa ew tas e, ew hemam e.
Dîsa girara me ji "qet" a wan çetir e.
Dît ez im, nedît diz im.
Dîtina çavan, qinyata dilan.
Dîtiya dît, nedîtiya xwe de rît.
Dive ez bejim, kew e, nikil jî sor e?
Dîwar tep bu, xubar (toz) rabu.
Dîwaro ji te re dibejim, buke li te eyan be.
Dîwaro min ji te re got, pist diwaro tu guhe xew bide.
Dîwaro, eyb u qusur staro.
Dixwim nan u ave, min mineta kesî nave.
Diya qîza pruda dîza, dîz çekirin, xelke birin.
Diya te ji bo xwede nanekî germ dabu.
Diya te li ser nimeje bu.
Diz (î) xwe mal e, derî girtin betal e.
Diz ji beroso ra dibeje: "We da here ru teniye!"
Diz u malxe bune yek, ga di bin xeliye de derxistin.
Diz xwediye male girt, du tir ji je berdan.
Diza ji dizan dizî, erd u esman le pirsî.
Diza ji dizan dizî, erd u esman tev lerizî.
Dize da qawe da , çilmezine (çileke, nefseke) ji çila xwe kem nekir. (neda)
Dîze got: "Bine min zer e." Hesike got: "Le ez ji ku tem?"
Dîzik ji kebaniye ra dibeje: "Ru teniye!"
Dîzike got: "Ez tijî zer im." Hesike got: "Min tu hemi seh kirî."
Dizo, dizo, dizekî be însafo.
Dohn e, li eyare sa de ye.
Dohn li çire ke u le ser ke.
Done min li sere min dide.
Dono don dixwe, Sondo ber da (ve) sond dixwe.
Dor bi dor e, ne bi zor e.
Dost nade, djmin jî naye.
Doste qune dijmine serî.
Dotmame ji pismaman fedî kir, dunda li pey xwe nedît.
Doxîn qewîm (sist).
Du beru bare kerî.
Du misk ji quleke derketin, yekî ji ye din ra got: "Tu ji kudere teyî?"
Duh ji heke derketiye, îro li mirîske qayîl nabe.
Dupisk tu zivistane ne diyarî. Got: "Pane havîne min gelek ru li ba hewe heye."
Dur e, kur e u naye gotin.
Dur ve, sirîn ve.
Durî çavan, durî dilan.
Duro bi nuro.
Duve xwe di pir tepikan de qurçandiye.
 


E
Eceba li ser eceban. (Ew jî eceba li ser eceban e.)
Ecela bizine ku te, nane sivîn dixwe.
Eger (ku) ez bum keç, ez dizanim ka eze çend gileya bavejim doxîna xwe.
Eger bi te xwes e, ji min ra bîst u ses e.
Eger hewes e, ew jî bes e.
Ekla wî je derbas dibe.
Elhodan elhodan, van sex u mela mala me dan.
Em (ez) keruska bes in.
Em çun Avamesya, delika belek li me hesiya, kula me yek bu, bu sisiya.
Em ne ji malekene, le li halekîne.
Em negihîstin we, ma ku hun bigehejin me.
Eme bikin, heya....
Eme bikin, wekî (heya) ro bisekine.
Emele pîre nayen bîre.
Emenî birî, ta firî.
Emire xwe puç kir.
Enî res e, parî xwes e.
Enîska xwe pe nîsan dide.
Erd hisk e, ezman dur e, xwîn je naye.
Erd hisk e, ezman dur e.
Erd u ezman hejandin.
Erd u ezman li hev hatin (hatin hev).
Erdo veqelise ez tekevime!
Ere ere ne, gist (jî) kure kere ne.
Ereb u pez, fleh u rez.
Ereba xwe daxist gere.
Erebe çuye dara, hatiye kar e, nehatiye erebe bi xwe dar e.
Erebe ku hatiye ber parte, bila barke.
Ers u kurs dizanî, çima goste bin birinc nizanî?
Erul, bu (bi) kefîle Zerzul.
Erzan kirî heban dirî.
Eslî hu, neslî hu.
Ev as e, ev jî çirika as.
Ev bar e, ev jî serbar e.
Ev dil e, ne bilwxur e.
Ev lele ye, he lolo jî maye.
Ev naçe mizgîniya we.
Ev ne suna (cîhe) dewara yeksim e.
Ev pîvaza mezin, ev nane genimî ev jî ava cemidî; dîsa jî dibejin Eliye Sino male xwe naxwe.
Ev pîvaza wî ya hesin, ev jî sekire wî ye sipî di nav desmale de; dîsa jî dibejin: "Bave te ji nez de mir."
Ev riya kin, ev bertila giran, gelo pistî min ke ye bixwe?
Ev ruye min, ev ruye te.
Ev ruye te yî sipî, ev ruye min î res.
Ev zimane te nubuya, we qijikan çave te derxistana.
Eva elifbe ye, he pir li pey e.
Evdilxebur e ji rehma Xwede dur e, koda wî piçuk e, çirnika wî kur e.
Ew çi sîre te da, ew çi pehna te le da (lexist).
Ew devera ku miske heram bi namus be zanîn Xwede evden xwe ji wir dur bixe.
Ew ezmane ku min dîtiye, baran je naye.
Ew hews e le (bele) ne ew rews e.
Ew jî belengaze aqile xwe ye.
Ew jî çilka ji behre zedebuyî ye.
Ew ji ew hinde xurt e.
Ew jî eyba li tev eyba vesartiye.
Ew ji qilera dare ye. (Bu qilera dare)
Ew jî sewasa li ser sere wî/ we ye.
Ew jî sewasa severesa ye. (Bu sewasa severesa.)
Ew jî tutika ru erebe ye.
Ew mirî nakeve ber wî girî. (Ew girî nakeve ber wî mirî)
Ew riya ku te bere xwe daye ez le hatime.
Ew ruhe di wî qalikî re bikise.
Ew sal e, le ne ew bihar e.
Ew serî ye, ew oxir e.
Ew tehte ku te ser da rî barane hat sust.
Ew xem bila ji bo we deme be.
Ewan girtin heqe xwe, ez mam li reqe xwe.
Ewî ku got res e, tu bibeje spî ye.
Ewî ku got sibeh e, tu beje evar e.
Eyba xelke tepisî ye, ya min reqisî ye.
Eyba xwe bilcil dike.
Eyd e, be qeyd e.
Eynî jin, weynî jin, dîsa jin.
Eysike ji xwe sike.
Ez axa tu axa, ke golika bibe nav baxa.
Ez ber te, Xwede li ser te.
Ez bi dua çenebum ku, bi nifiran jî bimirim.
Ez bi te, tu bi min, em tev de bi Xwede.
Ez bum gur, min male, dine xwar, min çiyî te xwar?
Ez çi bikim, kurke min ne sor e.
Ez çiqasî ji belaye direvim, bela te linge min diale. (li min digere)
Ez dibejim "bira", ew ji min re dibeje "kirîv."
Ez dibejim as ye min e, tu (ew) dibeje dora min e.
Ez dibejim bibim qeymeqame Gîhadîne, ku ew nebe, gavaniye Cucane deste min maç dike.
Ez dibejim ewr tune, tu dibejî we baran be.
Ez dibejim ezman sayî ye, tu dibeji (we) siliye bibare.
Ez dibejim hirç va ye, ew dibeje reç wa ye.
Ez dibejim stewr e, tu dibejî bidose.
Ez dibejim xudim im ew dibeje çend zaroyen te hene.
Ez dibem bila ez dewlemend bim, ku ew nebe feqîrî (xizanî) deste min maç dike.
Ez didime gula ges, ew dibe: "Bide min keleme res."
Ez dikim li te dibare.
Ez dixwim li te digivire.
Ez diz berdidim, diz min bernade.
Ez dizanim av li ser çi re diçi le bele nabejim.
Ez dizanim çend revî (ruvî) di hure te de hene.
Ez ez im, tu tu yi.
Ez ezmana le digeriyam, li erde ket deste min.
Ez hatim daweta te tu hatî diziya min.
Ez hevrîska bi don im, zu ji min ter dibin.
Ez ji te re, tu ji ke re?
Ez ji te xilas bum, tu ji emelen xwe xilasnebî.
Ez ker, te pener.
Ez kevir, tu tevir.
Ez kor, tu kor, ke mehîr bibe jor.
Ez ku bizanibim eze kinge bimirim eze ava xwe germ bikim u kefene xwe bibirim.
Ez li daweta diz im, diz li diziya peze min e.
Ez li zik dixim, ew dibeje: "Wey pista min!"
Ez mer, tu mer, kî ye ji me ser?
Ez mîr tu mîr, ke soqil hemîr.
Ez nakim mera, kunda nakim dewsa sera.
Ez namirim bi ve derbe, eze bimirim bi ve kerbe.
Ez ne kewe dafika (dafen) te me.
Ez neyî pirî text im.
Ez pener tu ker.
Ez pîvaz naxwim, ew dibeje ware sekir bixwe.
Ez rim im, naçim tere.
Ez singekî dikutim, tu hebinekî devejiye.
Ez sirkeke dikutim, tu hespekî le giredidî.
Ez tirmînî ji te re dibejim, tu yarhezokî li min vedigerînî.
Ez xwe bi tehta digirim, ew jî hatiye xwe bi min digire.
Ez yekî dibejim, tembura min yekî dibeje.
Eze bixwim wî xwerdî, tu ye bimirî bi wî derdî.
Ezî be bistan (bostan) im, le bi seqlor (seqelor)_ im.
Ezîz miriye, gewrî nemiriye.
Ezmane sîn ser da girt (girtiye).
Ezo ne ezo, dezmala gul gevezo.

Ew reya te berê xwe dayê, ez hatime
Ez hêdî diçim, bela digehe min; ko zû diçim, ez digehim belayê
Ez kelê rojekê bim û ne mangê hezar salî bim
 


Ê
Êdî çuye ber golikan.
Êdî deste wî sive digire.
Êdî li serî ketiye.
Êdî merzel gazî dikine (ba dikine).
Êdî seye wî/ we naxebite.
Êl yeman, beg yeman, el rabu beg winda bu.
Êle xwe bi pîre girt, pîre xwe bi ele girt.
Êseg, doseg? (qet dibe)
 


F
Feqîr bi feqîran re bizewicin we parsek je çebin.
Feqîr çun diziye heyv di evar da derket.
Feqîr çun xwe darda bikin, le nerin ku dewlwmwnd li hewa badibin.
Feqîr u jar, wek par u perar.

Ferxekî şêra, şêr e
Fermana dewe derket rovî xwe vesart.
Fleh gotiye: "Aqile Kurda ye pesîn li sere tajiya min ye pasîn li sere minba."
 


G
Ga bike ga bixwe, le tane u tolik We çi bixwin?
Ga dibe cem kere.
Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe solik.
Ga guhirande bizine, bizin jî guhurande mirîske.
Ga ket, boçik li xwedî.
Ga radikin, golikan li pey dixin.
Ga u golik tev derdane (derdaye).
Garise hur ji kefa deste wî narije.
Garise xwe nede li ser warise wî.
Gava kuçik beziya gur, gur mir.
Gava Xwede ji yekî re lev tîne nabeje tu kure keyî?
Gavan hat zeviye, jina gavan nu bezî tesiye.
Gavan xeyidî nane xwe berhev nekir, hew dizanibu gundiye hevudu qir bikin.
Gavan xeyidî neçu ber garane, hew dazinibu deware beste bimîne.
Gaye cot e, le bele cot nake.
Gaye min e, ez xuysete wî dizanim.
Gaye qermo bi heft çermo.
Gaye reso te çi xwariye? Tirso! (Gaye reso kîdera te dese?)
Gayek u nanek li ba wî/ we yek e.
Gayek u sevek li ba wî/ we yek e.
Gayîn li Muso (Gewro), cirm li Îso.
Gaz jî di dest te de ye, top jî, çawa dipîvî bipîve.
Geh tîr dike, geh rehn dike.
Ger bi min e, ji bo min e.
Ger ne fend e, ev çi dar u bend e.
Geriyam li dine, xilas nebum ji mirine.
Germ e, cilik serm e, sar e, cilik star e.
Germ e, kel u cil serm e, sar e, kel u cil yar e.
Germ germa tuyan e, kef kefa rutan e.
Gesine çave xwe de nabînit, derziya çave hevale xwe de dibînit.
Gewriye ru sare, te da çi çu xware, çi neçu xware.
Gîha li ber gur e, gost li ber berxe ye. (mîhe ye)
Gîhistime ke "merheba", ji xwe re tîne heft heba.
Gileya bi gu ye, ne bi destan ne bi devam te vekirin.
Gilî heye, gilîçî (gilîkir) tuneye.
Giliya je derdixe.
Giliyen (gotinen) wisa dibeje ku pe pore mirov sipî dibe.
Giliyen wî li ruya xistin.
Giraniya xwe danî ser.
Girara ser bi dew e, dixwî nexwî ew e.
Girarar ku para min tev tunebe, bila serîkî sa di navda be.
Gire xwe pe desten min derman neke.
Gireka wî pist heçike ket.
Gist bire bire ne, kure Mistefe ne.
Golik e, diçe li cem gaye mezin rex dike.
Golik tune bimije, xesu tune bikuje.
Gorî make, golik pake.
Gost hîstiye, li pey serpiyan ketiye.
Gost li ser post te hur kirin.
Goste berxan e, li ber çavan e.
Goste berxan naxwe le pariye xwe di nav avsore datîne.
Goste ciwanan dixwî tu zanî, goste pîra dixwî tu zanî dile te (ku) disewite tirsikan jî dixwî tu zanî.
Goste diziye naxwe le pariye xwe di avsore dike.
Goste min sor e, li xelke xwes nayem.
Got ha got; got: "Çi got?" Got: "Kere kundir kot."
Got: "Apo jina te kevn e." Got: "Ji minetan çetir e."
Got: "Apo sa tu girtî!" Go: "Lawo apo çi se ye?"
Got: "Bavo dema zereke bu te çima nestand?" Go: "We çaxe yeka me tune bu le niha pence me hene."
Got: "Bavo eze te bifrosim." Got: "Lawo mirov qet bave xwe difrose?"
Got: "Bavo eze buhakî wisa bejim ku tu kes nikaribe te bistîne."
Got: "Bavo hirçe hek kir." Got: "Lawo hirç heywanek no ye, hek kir hek kir."
Got: "Bavo min dizek girtiye!" Got: "Lawo berde." Got: "Bavo ez wî berdidim, ew min bernade."
Got: "Bira welleh min nave tu bimirî, bele min dive her daîm kodik li dest te be."
Got: "Çave te kedirxist?" Got: "Merive min derxist." Got: "Lewma wisa kur derxist."
Got: "Daye tu çima min dihejînî?" Got: "Lawo yeke jî daye dihejand."
Got: "Erebo quna te res e." Got: "Male min ew e." (ev e)
Got: "Ev çi ye tu diçînî?" Got: "Kenge hesîn bu te bibînî."
Got: "Ez ji kuçike xwe himî meraniye bum."
Got: "Ez ku bibim dengbej, gere bi çave axa li xwe binerim."
Got: "Ez zike te dixim, tu dibejî: Wey pista min!"
Got: "Eze sirke çebikim." Bu ereq (araq).
Got: "Ke dinya dot?" Got: "Ye kirî u firot."
Got: "Ke mirî vegerandin?" Got: "Yen ku çun serxwesiye."
Got: "Ke mirî zivirandin?" Got: "Yen ku dil azirandin."
Got: "Ke rakirin mirî?" Got: "dila pirsî."
Got: "Keçelo te sere xwe sust?" Got: "Min huna jî."
Got: "Kîjan millet bas e?" Got: "Mirove bas bas e."
Got: "Kuçik çetir e, an beraz?" Got: "Nelet li herduyan jî be."
Got: "Lawo min ji te ra negot heviya Xwede bihele." Got: "Bavo heke heviya Xwede bima, mela we he gelekî diya min biga."
Got: "Mal bi guyo!" Got: "Çi bikim kebanî ji mala te ye."
Got: "Malo xwede bi te ra." Got: "Xwediye min jî."
Got: "Mirtivo bistire!" Got: "Tiliya min kul e."
Got: "Pîre tu ji careke re çawayî?" Got: "Çi zanim pes malan e."
Got: "Te dinya çawa dît?" Got: "Wek dile xwe."
Got: "Tu ji çi ewqas camerî?" Got: "Ji necameran."
Got: "Wekî kes li pista min hebuya, te nikarîbu li min xista."
Got: "Wekî pista min kes hebuya te nikaribu pista min bixista."
Got: "Xwes xeber e, le min je ne bawere."
Got: "Ziyarete min gelek caran bi te derew sond xwar, te tistek li min nekir." Got: "Min jî gelek caran mala te xera kir haya te pe tune?"
Gotin bas e bas, çu di curne gund de rî. (rît)
Gotin beje negot, du re bi xwe got u denge xwe nebirî.
Gotin beje negot, pey da çu li ser kulîk_ got.
Gotin mirîske: "Tu keliyî an kovî?" Got: "Ez hevale xwe di sere biste de dibînim."
Gotin pisîke guye te derman e, rî u vesart.
Gotin, delalî delalî, çu di sere kaniye de rî.
Gotin, here as, çu asvan kust.
Gotin: "Ave çima deng ji te te?" Got: "Hevale min kevir e."
Gotin: "Bave te ji birçîna mir." Got: "We je re sorba birinc çebikira."
Gotin: "Bave te ji nezda mir." Got: "Ka hebu (ku) min nedaye?"
Gotin: "Bave te syaran kust an peya?" Got: "Ew ku kistin, ha siwaran ha peyan."
Gotin: "Biraye te bu axa." Got: "Ji min re çi jina wî bu xatun."
Gotin: "Biraye te mirovekî çawa ye?" Got: "Min pe re hevaltî nekiriye."
Gotin: "Dijmin hat." Kor got: "Min qeratiyek dît." Topal got: "Em
birevin." Ker got: "Min dengek bihîst."
Gotin: "Gaye te dizîn!" Got: "Wey dîke min." Gotin: "Çima wisa dibejî?"
Got: "Wekî min li dîke xwe bipirsiya, gaye min nediçu."
Gotin: "Gogelisk (kelkele) cîhe te kîdere?" Got: "Ba dizane."
Gotin: "Gurî çima pore te tune?" Got: "Pore xaltîka min gur e (pir e)."
Gotin: "Guro eme te bikin sivane berxan." Got: "Ez ji siuda xwe ne, bawer im."
Gotin: "Kero cehsek (dehsek) çe bu." Got: "Bare min li min e."
Gotin: "Kero ji te re dehsek bu." Got: "Eme min kem bu, bare min zede bu."
Gotin: "Kero kero ware em te bibin bihiste." Got: "Ma givzonek li wir heye?"
Gotin: "Koro te çi dive?" Got: "Çavek jîr, parîkî don."
Gotin: "Kul hatiye gund we ji her male du kesan bibe." Hemî kesî çave xulam
niherî. Xulam got: "Bele yek ez le ka ye din?"
Gotin: "Kusî tu çima wisa pîsî?" Got: "Xwede qedera min wisa nivîsî."
Gotin: "Pisîka xalo hat te, ha pisîka xalo hat te!" Got: "Ca berdin
bila pisîka xalo be min lo!"
Gotin: "Pisîke guye te derman e." Pisîke rî xist xerman e.
Gotin: "Piso guye te derman e." Firiya çu ezman e.
Gotin: "Qehpe tu çima ber nagirî?" Got: "Yek çedike yekî din xera dike."
Gotin: "Ruto mala bar kir." Got: "Teysta min li piçenga min e."
Gotin: "Terziyo (cilfe) malan bar kir." Got: "Derziya min li sere min ra ye."
Gotin: "Tu ji ku yî?" Got: "(Hela) he nezewicîme."
Gotin; "Betalî merkuj e ha merkuj e, ha ku merek kust."
Gotinen wî bi heft bar hingiv ve naye xwarin.
Gu ji rexe re dibeje: "Delale ber dile min."
Gu kirin nav kaxa.
Gu li ruye mirov didin, neynike jî didin ber.
Guh ker buye, ziman lal buye.
Guh pe nake.
Guhdirej ji bo ziyandayîn xwediye xwe gewerbuna xwe dixwaze.
Guhe gura nîsanî hev didin.
Guhe gura pe (me) nîsan dide.
Guhe wî dilivin.
Guhe wî hej li ser çingîniya sujine ye.
Guhe wî/ we kisandin.
Gula ges bî, neçilmisî.
Gulan e, dew li cem hemiyan e.
Gulan e, singîniya dasan e.
Gulî direj e, aqil(î) qirej e.
Gundek e, qilorekek e.
Gundek e, rindek e.
Gunehe xwe jî bi deyn nade.
Gur bun seye qiyamete.
Gur çi dizane deve buha dike.
Gur got: "Hevalo, germ ne ev germ e, dema ku xwediye golikan da ser me,
hevraz u berjer da ber me a we çaxe germ e.
Gur hata diyara, hewar kete hezara.
Gur hate diyara, delil hale jara.
Gur hate nav malan, wey li hale feqîr u jaran.
Gur hay ji zexma xwe hebuya we dine xera bikira.
Gur ji birçîbuna nikaribu reva here, digotin: "Mîratî wisa xwariye ku,
nikare bin zike xwe de reva here."
Gur u hirç bun destbira, dinya bu mehdî zeman.
Gura kere Hesen xwariye, ne gazî ye (gazine) ne hewar e.
Gura xwaran purt ji bimîne bas e.
Guro bila tu gur biyayî, bila te golika min bixwara.
Guro hijaro!
Guro vexe, qijike bixwe.
Guye hisk dicun dicun, li eniya mirov didin. (li pesa mirov didin)
Guze xwe hesab dike, seve xelke hesab nake.
Guzen puç li ser sere wî (min) diskenin.
Gavan ber bi mal e, jina gavan şixulkar e
Go ziyaretê: Go
"gelek caran mala te xerab kiriye, lê tu bixwe nizanî".
Gotina xweş buhara dilan e
Gotine rovî: Rovî girî û got: "ne bawer im"
Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê dibêje ez û ez, hemî ne tutişt e


H
Ha (wa) dikim de dimire, ha dikim bav dimire.
Ha Keçel Hesen, ha Hesen Keçel.
Ha kevir li cer ket, ha cer li kevir ket.
Ha kulî xwar, ha Qulî xwar.
Hale me ne (tu) hal e, kirina tejî serbar e.
Halî wî buye hale qolo.
Hasil gîha ye Mûsil.
Hat ji karê, nehat ji malê.
Hat ji palê, bû xwediyê malê.
Hat kurê malê, nehat ziyana salê.
Hat nav mala tirî, Zeyno da bêjingê li dor bênderê zivirî (fetilî)
Havîna to xwar,

شنبه 29 مهر 1391
:: 19:35 :: نويسنده : hevydar

💬 نظرات کاربران
💬ثبت نام کاربران
💬ورود کاربران