شعر ومتن کردی و فارسی

Çîrokeka kurt bi kurdî

Padşah û Hosta necar
Li dewraneka dûr û dirêj de padşahekî zalim û sitemkar hebû. Rojekê kû padşah cûbû dîtina şar çavên wî kete jineka pir xweşik û bedew¸ ew jina hostanecar bû¸ wê demê xew çavên padşah nediket û bi her awayekê dixwest ku jina hosta necar bi destên xwe bîne. ber wê hindê behane li hosta necar digirtin ku bikaribe wî bikuje¸ her roj tiştik çetin û zehmet li wî dixwest¸ rojekê komek garis û xîzê hûr tevlihev kir û hosta necar xwest heta sibê xîz û garis li hev cuda bike¸ hosta necar mabû ku çi bike çûn ku ew ne mumkin bû¸ hate mal bal jina xwe û jê re got ku padşah çi xwestî ye û eger ew wê yêkê neke padşah wê demê yê wî bikuje. Jina hosta necar gote wî mirîşkên me gelek in¸ emê sibêzû mirîşka berdine komê ew yê garis bixwin û xîz jî yê bimîne¸ wiha xîz û garis yê li hev cuda bin.


Roja din padşah li necar xwest heta sibe bîst sindoqan jî wî re çe bike¸ çekirina ewan wê dema kêm de ne mumkin bû. Dubare hosta necar heyran mabû çi bike şevê pir nigeran bû¸ jina wî pê re got:
hosta necar¸ rabe razê wek her car
Xwedê yêke¸ derge hizar
Hosta necar bi dilekî nexweş raza. Sibêzû hêşta se û gur li hevdu kivş nedikirin¸ derê hosta necar kutan¸ hosta necar rabû û derî vekir¸ ew memûrên padşah bûn bi dilekî xemgîn hosta necar re gotin: padşah mirîye¸ wî re sindoqekê çê bike.


چهارشنبه 01 شهریور 1391 :: 17:19 :: نويسنده : zemanekurdi

ورود کاربران

خوش آمدید! لطفا وارد حساب خود شوید

رمز عبور را فراموش کرده‌اید؟
حساب کاربری ندارید؟

فراموشی رمز عبور

نام کاربری یا ایمیل خود را وارد کنید

یا

ثبت نام کاربران

در چند ثانیه حساب کاربری خود را بسازید

قبلا ثبت نام کرده‌اید؟

نظرات کاربران

دیدگاه خود را با ما در میان بگذارید