Baba Tahirê Uryan

بابا طاهر،یا بابا طاهر اریان یا باو طایر
(به کوردی سورانی)،خواننده،شاعر،فیلسوف و درویشی کورد بود که در قرن یازدهم در شهر همدان زندگی می کرد.
Baba Tahir, yan Baba Tahirê Uryan yan jî Bawa Tayer (bi Kurdîya Başûr), hozan, helbestvan, fîlezof û derwêşekî Kurd bû ku bi sedsala 11em li bajarê Hemedan de dijî
لقب او" بابا طاهر اوریان" بود و نیز "بابا طاهر خواص".لقب او نشان دهنده درویش بودن این شخصیت بزرگ بود.
Naznav (leqeb)ê wî "Baba Tahirê Uryan” bû bi watey “Baba Tahirê Xwas”. Vî naznav nîşan û pajoya derwêş bûna vî ye
به ادامه مطلب ......بروید....................
Jîyan
Gelek agadarîyan li ser jîyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî têde ji dayk bûye kîj e (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.
Di naznavê vî de Baba nîşana Yarisanîtî ye. Çimku Yarisanan ji mestirên xwe yên ayînî re dibêjin Baba, Bawa yan Pîr. Hindek serçaveyan dibêjin Serencam Name (pertoka ayînî ya Yarisanan) bi destê Baba Tahir hatîye nivîsîn. Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.
Baba Tahirê Uryan an jî Hemedanî di dawîya sedsala 10an de jiyaye.Berhemêkî wî ye bi navê DUBEYTÎ heye.Ev berhem bi zaravaya Kurdî ya Lorî hatiye nivîsandin.
Farsan Baba Tahirê Uryan wekî destpêka wêjeya Îranî dixwazin nîşan bidin. Li gorî angaşta wan Lorî ne lehçeyekî Kurdîye ,lehçeyekî Farsîye.
Helbestvanî " Honrawebêjî
Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîne ne û wek stiranan dihat bi kar anîn. Îroje rojhelatzanan van helbestan girê didine Pehlewîkan. Bi dax ve heta îroj helbestên vî yên bi Kurdî wek helbestên bi Farsî,Lûrî yan têkilek ji Farsî, Lûrî û Kurdî hatine nas kirin. Bellam (lêbelê) bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên Kurd, Azerî, Gîlek, Mazenî, hwd. bûne ku bi zimanê Farsî helbestvanî kirine bellam (lêbelê) heta niha hetan yek helbestvanê Fars jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil Kurdî bike yan hetan bi Kurdî honrawe bêje. Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binîrin dikanin bi vê rasteqînetî (heqîqet) bigihin ku Baba Tahirê Xwas tenê hozanê Kurd bû ku heger dixwast bi Farsî honrawe bêje, honraweyên xwe têkil Kurdî dikir!
Hindek Ji Helbestan
((Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
To kem ez der biranî va kê bûşim?!))
Paçve:
Xwedê! bi kî bêjim, bi kî bêjim?
Mijang pirr hêstirên xwînawî, ta kingê bêjim?
Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te
Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!
((Dilim ez derdê te daîm xemîn e
Be balîn xiştim û bester zemîn e
Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim
Zi her ket dost dire hal în e?!))
Paçve
Dilê min ji derda te daîm xemgîn e
Ez ji jana evîna te hêjar bûme nivîna min zevî ye
Tenê guneha min ev e ku ez ji te hez dikim
Ji her kî re ku ji te hez bike wesa dikey bi rewş û hale wî?!
((Meger şîr û pelengî ey dil ey dil?
Be mû daîm bicengî ey dil ey dil
Eger destim fitî xûnit verîjim
Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!))
Paçve:
Meger tu şêr û pilingî ey dilo ey dilo?
Ligel min daîm şerr dikey ey dilo ey dilo
Heger bikevî bi destê min, ez xwîna te verijnim
Daku bibînim gon û renga te çî ey dilo!
((Hezarit dil be ğaret borde vîşe
Hezaranit ciger xûn kerde vîşe
Hezaran dax vîş, ez vîşim eşmer
Henî neşmerde ez eşmerde vîş e!))
Paçve:
Te zêdetir (mişetir) ji hezaran dil be tarran (xaret) birin
Ji hezaran jî mişetir ciger te xwîn kirin
Hezaran dax zêdetir (mişetir), min zêdetir jî hejmart
Hêjî nejmartî ji ejmartî zêdetir in!
((Sîye bextim ke bextim sernigûn bî
Tûwe rûjim ke rûjim vajgûn bî
Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet
Zê destê dil ke ya reb ğerqi xûn bî!))
Paçve:
Ez reşbextim ku bextê min vajî bûye
Ez hêjarim ku rojgara min vajî bûye
Ez bûme poş û pilaxê çîyaya evînê
Gazî ji destê dil ku hêvî dikim dil di nav xwîn de bxindike! (Xwedê xenîmê dil bike!)
((Nigarîna dil û cumin te dîrî
Heme peyda û penhûnim te dîrî
Nedûnim mû ke î derd ez kê dîrim
Hemî zûnim ke dermûnim te dîrî))
Paçve:
Dilberê! (Nîgarê!), dil û gîyana min bi destên te ne
Hemî kar û barên min jî her wesa
Ez nizanim ku vî derda evînê ji ku ve hatîye nav min
Tenê dizanim ku dermanê vê derdê bi destê te ye
((Dilî nazûk be sane şîşe’em bî
Eger ahî kişim endîşe’em bî
Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst
Mû an darim ke der xûn rîşe’em bî!))
Paçve:
Dilê min mîna şûşe ye
Heger ez gazî bikim û ax bikîşim di nav dilê min de endêş û tirs e
Hêstirên min heger bûne xwînawî eceba nîye
Ez ew darim ku di nav xwîn de reh rîşe yên xwe hene!
((Ço mû yek sûte dil pervaneî ne
Cehan ra hemço mû dîvaneî ne
Heme marûn û mûrûn lane dîrin
Menê bîçare ra vîraneî ne!))
Paçve:
Wek min ti perperikê dil şewitî nîye
Di nav cîhan de dînîyekî wek min nîye
Hemî maran û morîyan hêlanên xwe hene
Lê ji minê hêjar re wêraneyek jî çine!
Helbestên Tev-Kurdî
Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li mûzeya Qonyayê de hindek parçe-honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî Kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye. Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên Kurdî û em dikarin bêjin ku Hewramî, Soranî û Kirmanckî girê didine yek. Parçeyek ji wan helbestan:
((Zaricem dî werayî mûrc edxwerd
Mûrcan du destî we Xweda derd
Negehan bamed an bazûdarî
Zariciş kûşt û mûran zaric edxwerd
Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz
Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd
Bamed neçîrevan derdîn û dayîn
Be wekdiş tîr û dall ej kar baderd
“Bişe neçîrevan destit û ça dest
Çi înet bedkere ej kar baderd”
“Be name neşê îne wed ke min kerd
Be min her an keran her wed ke min kerd!”))
Paçve:
Min kewek dît ku mûrî dixward
Mûran du destên xwe da ber Xwedê
Bêgav bazek hat
Kew kûşt û vêga mûran kew dixward
Şahînek (dalek) ji çîyayên Elwend firrî
Wî baz kûşt û xwîna wî jî vexward
Nêçîrvanê bêpîyare û rehm hat
Tîrek ji dal re da û wî kûşt
[Mûran got:] “Biçe nêçîrvan, destê te neyje!
Çimku te wî bedker kûşt
[Nêçîrvan got:] “Ev kar ku min kir nabe nîşana mezinahîya min
Bi min jî her we bikin ku min (ji dal re) kir!”